Tirkiyeyê li ser HSDyê daxuyanî da: Eger Şam înîsiyatîfê wergire em dê piştgiriyê bidin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê HSD Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê entesrasyona HSDyê ragihand ku eger hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtiyê gav biavêje, ew dê piştgiriyê bidin wê.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê hevdîtinên entegrasyonê yên di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku eger hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtiyê gav biavêje, ew dê piştgiriyê bidin wê.

"Yek dewlet, yek artêş"

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser prensîba "Yek dewlet, dek artêş" û wiha got:

"Em bi hikûmeta Sûriyeyê re di çarçoveya prensîba 'Yek dewlet, yek artêş' de hevkariya nêzîk didomînin û pêvajoya entegrasyonê ji nêzîk ve dişopînin."

Peyama piştgiriyê

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku eger Şam gav biavêje ew dê piştevaniyê bikin û got:

"Eger hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtî û yekparçeyiya xwe biryara wergirtina înîsiyatîfekê bide, Tirkiye dê piştgiriyê bide wê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst