Dema ku tu di pêç û fetlên Ezmirê re hildikişî û digihî gupîtka çiyê, dîmeneke bedew û balkêş hembêza xwe ji te re vedike.
Erdnîgariyeke têkel a çiya, deşt, gir û dolên bêhejmar ku yekparçe bi darberûyan hatiye nixumandin.
Êdî ji wir û pê ve, heta ku çav dibire, heta ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê jê re dibêjin Şarbajêr.
Ji bo rêzbendkirina herêmên wê yên zozan û germiyan, xelkê deverê ew wekî Şarbajêra Çiyayî (Sext) û Şarbajêra Deştî (Text) ji hev cuda kirine.
Ev dever, ji aliyê birêvebiriyê ve xwedî dîrokeke kevnar e. Ji serdema Osmaniyan heta hatina Îngilîzan ji bo Kurdistan û Îraqê, Şarbajêr yekeya xwe ya birêvebiriyê hebû.
Ji aliyê îdarî ve, vêga Şarbajêr xwe tenê di qezaya Şarbajêr de dibîne lê berê ji Sîweyleyê bigire heta bi Mawet, Çiwarta, Zelan, Keleha Siroçkê, Sîtek û beriya Mergey hemû her bi navê Şarbajêr dihat nasîn lê belê di bîranîn û xeyala şêniyên deverê de, Şarbajêr hîn jî Şarbajêra berê ye.
Navê Şarbajêr ku peyveke hevedudanî ya hevwate ye û di zimanê Kurdî de kêmdîtî ye, bi serê xwe hêjayî hizrîneke kûr û şiroveya zimannasiyê ye.
Ji ber ku "Şar" û "Bajêr" her du jî bi wateya "bajar" tên. Wekî Mamoste Hejar dibêje, mîna wê yekê ye ku tu savarê bi nan bixwî, ango nan bi nan bixwî. Şar û Bajêr, heman wateyê didin.
Bi vê pêşgotinê, min xwest ez wêneyekî sade û xwerû yê cografyayekê nîşan bidim ku heyamekê bûbû cihê çalakî, xweveşartin, hewandin û rûbirûbûna li hemberî dagirkeran ji aliyê desteyek ji xortên Kurd ve ku kesekî bi navê "Xulepîze" serkêşiya wan dikir!
Ji bo navreşkirina wan, dewleta dagirker a Îraqê ya wê demê, di serdema paşatiyê de, nasnavê "çete" li wan kiribû da ku wan li ber çavê xelkê biçûk bixe.
Lê xelkê wekî komeke serhildêr a li dijî desthilatê li wan dinêrî, ji xwe vê yekê wer kiribû ku deriyên malên wan her dem li ber wê desteyê vekirî bin.
Vê yekê desthilatdarên Îraqê hîn bêhtir hêrsokî û dîn dikirin. Ji ber vê yekê, piştî bidawîkirina wê tevgera çekdarî, peyayekî bi navê Ezawî ji Bexdayê anîn Silêmaniyê û bi navê nivîskar û lêkoler pirtûkeke bi navê (Pirtûka Reş) bi zimanê Erebî nivîsî.
Çi kiryarên xirab hebûn, xistin stûyê van serhildêran da ku navê wan di nav xelkê de reş bikin lê xelkê deverê zûtirkê ev sêra Ezawî betal kir. Lewra heke kesekî, tewra zarokekî jî helwesteke wêrek nîşan bida, heta niha jî jê re dibêjin: "Binêre, li me bûye Xulepîze."
Çîrok û serpêhatiyên Xulepîze û hevalên wî bûbûn parçeyek ji jiyana rojane ya mala me. Ev jî ji ber wê yekê bû ku apê min (Ewlê Gulçînê) yek ji wan xortên tivingvan ên çeleng bû ku di demeke kurt de bû destê rastê yê Xulepîze û hevalekî wî yê nêzîk.
Xelkê deverê û kesên nêzîkî Xulepîze vê şahidiyê jê re didin. Ewlê Gulçînê ji birayên wî zêdetir cihê baweriya Xulepîze bû. Êdî ev çîrok û serpêhatî bûbûn çîrokên me yên her şev.
Dapîra Gulçîn (dayika Ewlê) bi dengekî tijî awaz em dixistin xeweke kûr. Di encamê de, çîrok bûn beşek ji jiyana me. Loma, xwesteka nivîsandina pirtûkekê li ser wê komê kete serê min.
Wisa bû ku min dest bi vekirina rûpelên pirtûkên dîrokî kir û serdana wan kesên bi temen kir ku dengê birnoya (tivinga) Xulepîze û hevalên wî hîn di guhên wan de ziringiyê dike.
Yek ji dirûşmên destpêkê û stratejîk ên Tora Medyayî ya Rûdawê ev bû: "Kurd li kû derê be em ê wan bibînin." Ji ber vê yekê, ji Qefqasyayê bigire heta bi Ewropa, Stenbol, Tehran, Şam, Bexda û tewra Afrîkayê jî dest bi komkirin û arşîvkirina her tiştê ku mohra Kurdan pê ve bû, hat kirin.
Heta niha bi sedan belgefîlm, fîçer û bernameyên dîrokî hatine tomarkirin û parastin ku bi rastî jî sermiyaneke mezin a neteweyî ye ji bo Kurdên ku her dem mal li mil bûne û tewra nehiştine di nava şikeftên xwe de jî bi rehetî çayekê vexwin.
Dema ku ez bi nivîsandina pirtûka "Xulepîze û Hevalên Wî" ve mijûl bûm, Birêvebirê Giştî yê Rûdawê pêşniyar kir ku ji bo kar berfirehtir be, ez belgefîlmekê jî amade bikim.
Her çend ne karekî hêsan bû jî ji ber ku ji bilî wan çend wêneyên ku wênegirê dîrokî û navdar ê Silêmaniyê Yehya Fenî Resam girtine, çend nûçeyên belawela yên rojnameya Jînê ku ji bo livandina desthilatdarên herêmî yên wê serdemê yên Silêmaniyê hatibûn nivîsandin, her wiha pirtûka bi mebest hatibû nivîsandin û bi guman a Ezawî, tiştekî din li ber destê me nîne.
Lewra ji bo nivîsandina pirtûk û belgefîlmê, me xwe spart dîroka devkî û vegotinên wan kesên ku hîn li jiyanê mane. Hejmara wan jî ne zêde ye lê cihê yeqînkirin û pêbaweriyê ne.
Şahidên zindî û dîroka devkî ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê wekî çavkaniyên pêbawer û dîrokî ji bo piştrastkirina bûyeran pişt bi wan tê girêdan.
Ew belgefîlma ku em dê roja çarşemê (08.10.2025) saet pêncê êvarê li Sînemaya Salim a Silêmaniyê nîşan bidin, ji vekirina çend rûpelên dîrokî yên deverê pêk tê û behsa serhildana Xulepîze û hevalên wî dike. Em dê ji çend aliyên dîrokî ve agahiyên nû bidin temaşevanan.
Ji ber vê yekê, em wan hemû kesên ku tîhniyê zanîna serpêhatî û çîrokên Xulepîze, hevalên wî û xelkê Silêmanî û Şarbajêrê ne, vedixwînin temaşekirina belgefîlmê Xulepîze. Em dê bi hev re çavên xwe bi dîmenên bedew ên Şarbajêr û wêneyên tivinglimil ên koma Xulepîze kil bikin.
Hûn bi xêr hatin, li ser seran, li ser çavan!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse