Hewlêr (Rûdaw) - Nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser ên li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê tevî hemû astengiyan jî bi berdewamî xizmetên tenduristiyê pêşkêş dikin.
Berpirsên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser dibêjin, ji ber şerê navxweyî, dorpêç û nearamiyê ew nikarin hemû pêdiviyên tenduristiyê dabîn bikin, lewra dibe ku hinek kêmasî hebin.
"Em li gorî şiyanên xwe yên sînordar bi şev û roj xizmeta nexweşan dikin"
Berpirsê Beşa Norîngehan a Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê Mihemed Cabir got:
“Em li Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê li gorî şiyanên xwe yên sînordar bi şev û roj xizmeta nexweşan dikin.
Li Beşa Norîngehan xizmetên bijîşkê, hem derman û hem jî dermankirin bêpere ji nexweşan re tên pêşkêşkirin.
Lê em di karê xwe de rastî astengiyan tên, bi taybetî di warê beşên pisporiyê yên wekî neştergeriya hestiyan, damaran, dil û nexweşiyên navxweyî de û her wiha di warê kêmbûna derman û bijîşkên pispor de jî.”
Ev astengî li binkeyên tenduristiyê yên li gundewaran jî hene.
Tevî ku hejmareke berçav a binkeyan heye jî, ew tenê dikarin xizmetên seretayî pêşkêşî xelkê bikin.
Nexweşên ku pêdiviya wan bi tehlîl û tîşkê heye, neçar in berê xwe bidin nexweşxaneyên bajaran.
"Ji ber desttengiyê, hejmara nexweşan zêde bûye"
Mihemed Cabir wiha pê de çû, “Ji ber desttengiyê, hejmara nexweşan li beşa norîngehan zêde ye.
Êdî nikarin biçin cem bijîşkên taybet, lewra berê xwe didin norîngehên me.
Di heman demê de, ji ber ku li binkeyên tenduristiyê yên gund û bajarokan laboratuvar û bijîşkên pispor nînin, hejmareke zêde ya nexweşan ji gundewaran tên.”
7 nexweşxaneyên niştimanî hene
Li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê 7 nexweşxaneyên niştimanî û 3 nexweşxaneyên taybet ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin.
Di heman demê de pêdiviya 35 binkeyên tenduristiyê yên li gundewaran bi amûrên pêşketî û bijîşkên pispor heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse