Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Parastina Destûra Bingehîn (BfV) a Almanyayê Partiya AfDyê wekî "tevgereke rastgir a tundrew a misoger pênase dike ji ber ku tevahiya partiyê tundrew e ku rûmeta mirovan paşguh dike."
Biryar li ser şopandina sê salan û rapora 1100 rûpelî tê dayîn.
Ofîsa Federal a Parastina Destûrê (BfV) ya li Almanyayê ku berpirsê îstixbarata navxweyî ye, partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku di anketan de niha di rêza yekem de ye, ji 2yê Gulanê ve wekî "bêguman rêxistineke tundrew a rastgir" pênase kir.
Di daxuyaniya BfVyê de, "helwesta siyasî ya partiyê ku rûmeta mirov tune paşguh dike û bi destûrê re ne lihevhatiye " wekî sedema biryarê hat nîşandan.
BfV êdî bawer dike ku AfD ne tenê "mijareke guman" e, ragihand ku ew partî rêxistineke ku li dijî pergala destûrî çalakiyan dimeşîne û bi rêkûpêk cudahiyê geş dike ye.
Di daxuyaniya saziyê de hat diyarkirin ku li gel xeta giştî ya siyasî ya partiyê, daxuyaniyên siyasetmedarên partiyê û têkiliyên wan ên bi kes û komên tundrew ên rastgir re di encama rapora berfireh de hatine nirxandin û bi vî awayî gihîştine vê biryarê.
"Têgihîştineke gel ku rûmeta mirovan bin pê dike"
Li gorî daxuyaniya BfVyê "têgihiştina gel a li ser bingeha etnîkî" ya ku li partiyê serdest e, li dijî pergala destûrê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku AfD bi taybet welatiyên Almanî yên bi eslê xwe koçberên Misilman di pênaseya "gelê Alman" ya ku ji aliyê etnîkî ve tê diyarkirin de naxe nav û ev têgihiştin li ser "îdeolojiyeke ku welatîbûna wekhev red dike û tecrîdkar e" tê avakirin.
BfV balê dikişîne ser wê yekê ku nêzîkatiya îdeolojîk a partiyê, gotarên nefretê yên sîstematîk ên li dijî penaberan, Misilmanan û komên kêmanî yên din rewa dike, wekî mînak diyar kir ku termên wekî "koçberên bi kêr" ên ku rayedarên partiyê pir caran bi kar tînin, giştîkirin in ku komên diyarkirî bi şidetê re têkildar dikin.
Şopandina sê salan û rapora 1100 rûpelî
AfD demeke dirêj e di bin çavdêriya Daîreya Federal a Parastina Destûrê (BfV) de bû.
Sala 2022yan Dadgeha Birêvebirî ya Kolnê, sala 2024an jî Dadgeha Bilind a Birêvebirî ya parêzgeha Nordrhein-Westfalenê, şopandina partiyê wekî "mijareke guman" ji aliyê hiqûqî ve erê kiribû.
BfVyê ragihand ku bi tehlîlên piştî 2024an re, êdî zemîna hiqûqî ya ku AfDyê wekî "rêxistineke bêguman tundrew a rastgir" pênase bike pêk hatiye.
Cîgirên Serokê BfVyê Sinan Selen û Silke Willems, di daxuyaniya xwe ya hevpar a li ser biryara hatî girtin de got, "Daxuyaniyên nûnerên AfDyê û bipêşketinên di nav partiyê de, tehdîdeke eşkere ji bo bingehên pergala destûrî ne.
Têgihiştina gel a partiyê, bi awayekî sîstematîk rûmeta mirov binpê dike"
Wezîra Karên Navxweyî Faeser: AfD partiyeke li dijî pergala destûrî ye
Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faesera ku amade ye karê xwe radestî nû bike jî bi daxuyaniyekê piştgirî da biryarê.
Endama Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) Faeserê got, "Belge hatine amadekirin ku niha AfD bi eşkereyî partiyeke ku li dijî pergala destûrî çalakiyan dimeşîne ye.
Ev, têgihiştineke ku mirov li gorî bingeha etnîkî ya xwe rastî cudahiyê tên e û ev bi eşkereyî li dijî prensîba rûmeta mirov a di Xala 1. a Destûrê de ye."
Faeserê ku diyar kir ku BfV bi serxwebûn dixebite û got, "Ev nirxandina nû, dê ji aliyê dadgehên serbixwe ve jî were venêrandin.
Almanya dewleteke hiqûqê ye û biryara dawî her tim dadwerî dide."
Bersiva AfDyê li hemberî biryarê
Bersiva ewil a AfDyê ji Alîkarê Serokê Giştî Stephan Brandner hat.
Brandner bi zimanekî tund rexne li biryara ku ji aliyê saziya îstixbarata navxweyî li ser partiya wî hat dayîn kir.
Brandner got, "Ev biryara BfVyê ya ku bi fermanan tevdigere ji aliyê naverokê ve bi temamî bêmantiq e, ti têkiliya wê bi hiqûq û qanûnê re tune û tenê beşek ji têkoşîna siyasî ya partiyên kartelê ye ku li dijî AfDyê didin meşandin."
Brandner diyar kir ku ev gaveke ku wî wekî "liveke siyasî ya ne adil li dijî tenê hêza opozîsyonê ya rastîn" pênase kir wan neşaş hîştiye.
AfDya ku di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên 23yê Sibatê li Almanyayê de bi bidestxistina ji sedî 20,6 dengê gel bû duyemîn hêza mezin a di parlamentoyê de, di demên dawî de di hin anketan de derketiye rêza yekem.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse