Trump dê derbarê Pentagonê daxuyaniyeke girîng bide

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Pentagon Wezareta Parastinê Wezareta Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê îro derbarê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de daxuyaniyeke girîng bide.

Li gorî îdiayên medyaya Amerîkayê, Trump plan dike ku navê Wezareta Parastinê wekî beriya sala 1947an ji nû ve bike "Wezareta Şer."

Di daxuyaniya ku Koşka Spî îro belav kir de hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê li Ofîsa Oval daxuyaniyeke çapemeniyê bide.

Hat eşkerekirin ku daxuyaniya Trump dê li ser Wezareta Parastinê be.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Trump dê bi awayekî fermî eşkere bike ku ew dê navê Wezareta Parastinê vegerîne ser navê wê yê beriya sala 1947an û bike "Wezareta Şer" û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth jî dê bibe Wezîrê Şer.

Hat destnîşankirin ku hîn ne diyar e Trump dê vê "guhertina nav" çawa pêk bîne, ji ber ku bal hat kişandin ser wê yekê ku guherîneke bi vî rengî ya fermî ne tenê bi Biryarnameyeke Cîbicîkar lê bi Yasayeke Kongreyê pêkan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst