Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Dadê ya Venezuelayê piştî ku Nicolas Maduro di operasyona Amerîkayê de hat desteserkirin biryar da ku Alîkara wî Delcy Rodriguez bibe Seroka Demkî ya Venezuelayê.
Li gorî nûçeya malpera El Nacionalê, Dadgeha Bilind a Dadê ya Venezuelayê daxuyaniyek da û ragihand ku Rodriguez ji bo misogerkirina berdewamiya îdarî û parastina giştî ya neteweyê, dê hemû desthilat, erk û berpirsyariyên Serokatiya Venezuelayê bi awayekî demkî wergire.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku ji ber "nebûna Maduro ya li derveyî vîna wî" dadgeh dê mijarê gotûbêj bike ku çarçoveya hiqûqî ya berdewamiya dewletê, birêvebirina hikûmetê û parastina serweriyê were diyarkirin.
Çi bûbû?
Li Caracasa paytexta Venezuelayê doh bi saeta herêmî nêzîkî saet 02:00an dengê teqîn û balafiran hatibû bihîstin.
Birêvebiriya Venezuelayê piştî teqînan Amerîka bi êrişa li ser tesîsên sivîl û leşkerî yên li herêmên cuda yên Venezuelayê tohmetbar kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku wan êrişeke berfireh li dijî Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro pêk aniye û wan Maduro û hevjîna wî ji Venezuelayê derxistine.
Wezîra Dadê ya Amerîkayê Pam Bondiyê jî eşkere kiribû ku derbarê Maduro û hevjîna wî Cilia Floresê li Amerîkayê gilî hatiye tomarkirin.
Bondiyê diyar kiribû ku ew bi "terora madeyên hişbir, qaçaxçîtiya kokaînê, xwedîbûna çekên giran û amûrên wêranker ên li dijî Amerîkayê" tên tohmetbarkirin.
Birêvebiriya Venezuelayê bangî civaka navneteweyî kiribû ku Amerîkayê şermezar bikin.
Hinek welatan êriş rexne kiribû û hinekan jî bi daxuyaniyên xwe piştgirî dabû Amerîkayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse