Dusseldorf (Rûdaw) – Keça bi navê Soryaz Yûsif ji Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanyayê bûye navekî naskirî.
Li ser torên civakî zêdetirî 300 hezar şopînerên wê hene û keç û ciwanên diyasporayê teşwîq dike da ku di nav wan civakên ku tê de dijîn de çalaktir bin û baştir kar bikin.
Soryaz Yûsif, bandorkera torên civakî bû mêvana Bernameya Diyasporayê.
Ew xwendekareke Kurd e, xelka Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye û li Almanyayê niştecih e.
Wê karîbû bibe yek ji dengên herî bi bandor li ser torên civakî û peyameke wê ya zelal heye ji bo teşwîqkirina ciwan û jinên Kurd ber bi girîngîdana bi xwendinê û pêkanîna armancan.
Soryaza ku ji sala 2013yan ve welatê Almanyayê ji bo jiyanê hilbijartiye, niha xwendekara qonaxa dawî ye li beşa bijîşkiya diranan û yek ji Zanîngeha Charité ya li Berlîna paytexta Almanyayê ye.
Wê di gel xwendina xwe ya dijwar, demeke zêde ji bo bandora erênî li ser medyaya civakî terxan kiriye û bûye çavkaniya îlhama bi hezaran ciwanan.
Armanca sereke ya Soryazê di vî karî de ew e ku ciwan û jinên Kurd ji bo ku xwendin û zanistê teşwîq bike da ku bixwînin û bingehekê ji bo jiyana xwe deynin.
Ew dixwaze wê nêrînê biguherîne ku xwendin tenê erkekî nexweş e û wê bike çandeke şêrîn û tijî hêvî.
Bandora peyamên Soryazê di gotinên şopînerên wê de bi zelalî diyar dibe.
Soryaz Yûsifê her wiha got, "Gelek kes hatine cem min û ji min re gotine ku berê heza wan ji xwendinê re nebû lê dema em guhê xwe didin gotinên te û postên te dibînin, xwendin li cem me şêrîn dibe û em hest dikin ku me enerjiyeke nû wergirtiye.
Soryaz Yûsif dixwaze ciwanan teşwîq bike
Ev cure peyam min gelekî kêfxweş dikin û min han didin ku ez berdewam bikim."
Ew tekez dike ku vê hewldanê sînorên takekesî derbas kirine û bûye peyamek ji bo hemû jinên Kurd, nemaze nifşê nû û ciwan.
Soryaz hêvîdar e ku bibe "deng û rengek" ku îlhambexş be û nimûneyekê nîşan bide ku jina Kurd dikare di hemû waran de, çi di warê akademîk û çi di warê bandora civakî de, serkeftî be.
Bi vî awayî, çîroka Soryaz Yûsif nimûneyeke berbiçav a ciwaneke Kurd a serkeftî ye ku ne tenê di warê xwendina xwe de hewl dide lê teknolojî û torên civakî jî ji bo armanceke bilind û xizmetkirina civaka xwe bi kar tîne, bi taybetî di demekê de ku pêdiviya ciwanan bi hander û nimûneyên zindî yên serkeftinê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse