Hewlêr (Rûdaw) - Li Swêdê, dema ku parlementera Kurd a serbixwe Amineh Kakabaveh di dema dengdana pêbaweriyê de “bêalî” deng da, hukûmeta Sosyal Demokratan ji hilweşandinê xelas bû. Tê îdiakirin ku ji bo dengdana pêbaweriya hikûmetê “Hikûmeta Swêdê ji bo razîkirina Amineh Kakabaveh bi nûnerên Rojava re hevdîtin pêk aniye.”
Heta dawiyê jî ne diyar bû ku Amineh Kakabaveh dê çawa dengê bide, lê di dema dengdanê de "bêalî" ma. Bi vî awayî, krîza muhtemel a hikûmetê beriya ku dest pê bike bi dawî bû.
Serokwezîra Sweê Magdalena Andersson piştî dengdana pêbaweriyê diyar kir ku hikûmetê tu tawîz nedaye Amineh Kakabaveh.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Swêdê, ji bo kuAmineh Kakabaveh “bêalî bimîne” bi Rêveberiya Xweser a Rojayaê Kurdistanê re hevdîtin hatine kiri.
Li gorî vê yekê di dawiya hefteyê de di navbera Sosyal Demokratan û Amîne Kakabaveh de hevdîtinên tund hatine kirin. Lê beriya dengdana pêbaweriyê Sosyal Demokratan bi nûnerên Rêveberiya Xwesera ya Rojavayê Kurdistanê re têkilî danîne û ji wan xwestine ku Kakabaveh teşwîq bikin ku qeyraneke hikûmetê dernekeve.
Agahiyên navborî ji aliyê çavkaniyek hikûmetê ve ji çapemeniya Swêdê re hat dayîn. Çavkaniyê got: "Ew (nûnerên Rojava) dizanin ku hilweşandina hikûmetê ji bo doza wan baş nabe." Çavkanî texmîn dike ku di navbera Kakabaveh û nûnerê kurd de jî axaftinek çêbûye.
Li aliyê din Amineh Kakabaveh jî anî ziman ku ji gelek jimareyên ne nas lêgeriyane lê wê bersiv nedaye telefonê û biryara xwe serbixwe daye. Kakabaveh got, "Eger min bersiva telefonê bida jî, ev yek bandor li biryara min nedikir."
Piştî dengdana pêbaweriyê, Serokwezîr Magdalena Andersson civîneke çapemeniyê li dar xist.
Andersson agahiyên ji bo ku Kakabaveh li dijî dengdana pêbaweriyê deng nede li nûnerên Rojava geriyane red kir.
Serokwezîr Andersson wiha got: “Partiya Sosyal Demokrat hewldaneke wiha nekiriye.
Amîneh Kakabaveh beriya niha di avakirina hikûmetê de jî xwedî dengên krîtîk bû. Kakabaveh di dengdana pêbaweriya avakirina hikûmetê de dengê erê dabû û di avakirina hikûmetê de roleke giring lîstibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse