Trump gef li Îranê xwar: Eger hûn xwenîşanderan bikujin em dê li we bidin

Duh li 10:59
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Amerîka Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump hişyariyeke tund da Îranê û ragihand, eger ew dest bi kuştina xwenîşanderan bikin Amerîka dê "gelekî bi tundî" li wan bide.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh di hevpeyvînekê de li gel radyoyeke Amerîkayê behsa xwenîşandan û aloziyên Îranê kir û got:

"Min ew agahdar kirine ku eger dest bi kuştina xelkê bikin, ku meyla wan heye di demên aloziyan de vî karî bikin û aloziyên wan jî zêde ne, eger vê yekê bikin, em dê gelekî bi tundî li wan bidin."

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya New York Timesê nêrînên xwe yên li ser desthilatên xwe û siyaseta derve anîn ziman û ragihand:

"Pêdiviya min bi yasaya navneteweyî nîne û ez hewl nadim zererê bidim kesî.

Desthilata min a wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, tenê bi exlaqê min ê şexsî sînordar e."

Trump derbarê dosyeya Ukrayna û Ewropayê îdia kir ku ew ji bo Ewropayê "gelekî dilsoz" bûye û got:

"Eger hewldanên min nebûna, niha Rûsyayê dest danîbû ser tevahiya Ukraynayê."

Trump rexne li Ewropiyan girt û diyar kir ku divê di bicihanîna erkên xwe de baştir bin û anî ziman, "Rûsya guh nade welatên NATOyê, tenê guh dide me."

Trump li ser metirsiyên Çînê yên ser Taywanê pêşbînî kir:

"Dibe ku Serokê Çînê piştî ku serokekî din şûna min desthilatê bigire dest, êrişî Taywanê bike lê ez bawer im heta ku ez serok bim ew vî karî bike."

Daxuyaniyên tund ên Donald Trump di demekê de ne ku ev 12 roj in li Îranê ji ber krîza aborî pêleke berfireh a xwenîşandan û nerazîbûnan dest pê kiriye.

Li gorî medyaya xwecihî û daxuyaniyên fermî, ji dawiya meha Kanûna Pêşîn ve herî kêm 21 kesan di xwenîşandanan de canê xwe ji dest daye ku beşek ji wan hêzên ewlehiyê ne.

Rêxistina NetBlocksê ragihand ku Îran ketiye nav "tariyeke dîjîtal" û înternet li seranserî welêt qut bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst