Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê Kurd gihandin hev lê bêdengiya Ewropa û cîhanê balkêş bû.
Îro Kurd ne tenê li nava Sûriyeyê, di dilê Ewropayê de jî dengê xwe li dijî wan "binpêkirin û gefên" li dijî mafên xwe bilind dikin.
Bruksel, dengê nerazîbûnê li dijî "berjewendiyên jeopolîtîk"
Roja Şemiyê, (7ê Sibata 2026an) bajarê Brukselê yê paytexta Belçîkayê bû qada xwenîşandaneke berfireh.
Li gorî raporeke The Brussels Timesê, nêzîkî 150 kesan li qada Patrice Lumumbayê kom bûn û wan azadiya Kurdistanê xwest.
Ev çalakî ku ji aliyê rêxistinên Kurd ên Belçîkayê ve hatibû organîzekirin.
Di nav sê hefteyên borî de 19emîn çalakiya nerazîbûnê bû ku herêmên Flanders, Bruksel û Walloniayê hatine kirin.
Xwenîşander ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan û wan azadiya Abdullah Ocalanê ku temenê wî gihiştiye 76 salan û 26 sal in di zindanê de ye xwest.
Organîzatorên xwenîşandanê di daxuyaniyeke nivîskî de rexneyên tund li civaka navneteweyî girtin.
Wan Amerîka û Yekîtiya Ewropayê tohmetbar kirin ku "berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk" xistine pêş mafên Kurdan li Sûriye û Îraqê.
Her wiha wan fikarên xwe yên kûr ên derbarê dan û standinên ji bo tevlîkirina Rojavayê Kurdistanê ya nava dewleta Sûriyeyê anîn ziman.
Hinek xwenîşanderan diyar kir ku ev bêyî hebûna garantiyeke destûrî ya zexm"tewîzeke mezin e” ku ji xweserî û mafan tê dayîn.
Kobanî, sembolek di navbera du dorpêçan de
Yek ji xalên herî hestyar ên xwenîşanderên Brukselê, rewşa mirovî ya bajarê Kobaniyê bû.
Alan Frachon di şiroveyekê ji bo rojnameya Fransayê (Le Monde) de balê dikişîne ser vê trajediyê.
Kobaniya ku payîza 2014an bûbû sembola têkçûna DAIŞê, niha Sibata 2026an careke din di bin dorpêçê de ye.
Frachon dibêje: "Wê demê tiştekî nedikarî çekdarên bawerpêkirî yên Ebûbekir Bexdadî bide sekinandin lê jin û mêrên ciwan ên baskê leşkerî yê Kurd li Kobaniyê ew rawestandin."
Lê niha dîmen guheriye, Kobaniya sitargeha bi deh hezaran koçberên Kurd e ku di serma û herî û berfê de di kampê de ne.
Frachon berawirdiyeke tije êş di navbera du dîrokên bajarê Kobaniyê de dike:
“Payîza 2014: Dema DAIŞê bi alaya reş gihişt sînorê Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê ditirsand, keç û xortên Rojava bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymanan (Amerîka, Fransa û Brîtanya) yekem têkçûn bi serê Ebûbekir Bexdadî de anî.
Kobanî peyameke leşkerî û siyasî ya mezin bû: ‘Cîhadîst ne têkneçûyîne.’
Bedêla vê serkeftinê jî şehîdketina 11,000 heta 14,000 şervanan û bi deh hezaran birîndar bûn.
Sibata 2026an e, niha Kobanî careke din di bin dorpêçê de ye. ‘Artêşa Ehmed Şer ji mîlîsên Ereb pêk tê ku piraniya wan meyldarên Îslameke tund in.
Zehmet e mirov vê dorpêçê wekî tolekê ji bo şikandina Kurdan nebîne çimkî ew milîs wekî berdewamiya DAIŞê, heman ramana Erebên Sunî dişopînin."
Jinên Kurd, rihê berxwedanê û mûmeke geş a Rojhilat
Di nava dilê vê şerî de, rola jinên Kurd wekî hêzeke bêhempa derdikeve holê.
Maniş Rai (şîrovekara jeopolîtîk a Awistralyayî) di raporekê de bi navê (Meşxela bihêzkirina jinan), amajeyê bi wê yekê dike ku fêmkirina herêmê bêyî fêmkirina rola YPJyê ne mumkin e û dibêje:
"Ev hêza ku sala 2013an hatiye damezirandin ne tenê hêzeke leşkerî ya ji bo şerê DAIŞê ye, ew projeyeke civakî ya ji bo hilweşandina sîstema bavsalar ye.
Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye bingehek ji bo demokrasiya rasterast û hevsengiya jîngehê."
Maniş Rai diyar dike, ev têkoşîn dîrokî ye û rehên wê di nav şoreşgerên wekî Leyla Qasim de heye ku di salên heftêyan de li dijî Sedam Hiseyn rawestiya, Hevrîn Xelef ku di sala 2019an de ji aliyê tundrevan ve hat şehîdxistin.
Nivîskar di behsa Herêma Kurdistanê de dibêje: "Vê modelê li Başûrê Kurdistanê (Îraq) jî reng daye, ji Margaret George heta damezirandina yekemîn yekîneya jinan di nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de (sala 1996an)."
Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Osman Rîşe, ji nivîskarê re ragihandiye ku niha beşdarbûna jinan şêwazekî "akademîk û sazîbûyî" girtiye û ew di kolêjên leşkerî de perwerdeyê dibînin.
“Xiyaneta Rojava (Ewropayê)”
Tevî van hemû berdêlên ku Kurdan dane (ku li gorî amarên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di şerê DAIŞê de di navbera 11,000 û 14,000 şehîdan hene), rojnameya Le Monde behsa "dawiya ceribandina Rojava" dike.
Frachon nivîsandiye: "Roja Înê (30ê Kanûna Paşîn a 2026an ew rêkeftina ku Ehmed Şer li ser serkirdayetiya Kurd ferz kir, dawî li 12 sal hikûmê xweseriyê anî. Me deynê xwe yê exlaqî bi cih neanî. Me ew kesên ku bêyî wan DAIŞ nedihat têkbirin bi tenê hiştin."
Ev zivirîn piştî pêwendiyeke telefonî ya di navbera Donald Trump û Recep Tayyîp Erdogan de hat. "Trump çira kesk ji bo hilweşandina qebareya Kurdan pê xist."
Balyozê Trump ê li Tirkiyeyê û berpirsê dosyaya Sûriyeyê Tom Barrack bi eşkereyî got: "Mixabin lê êdî pêwîstiya me bi Kurdan tune."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse