Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Washington Postê (WP) ya Amerîkayê angaşt kir ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li dijî Amerîkayê ji Rûsyayê "piştgiriya leşkerî ya bilez" xwestiye.
Washington Postê li ser bingeha hinek belgeyên hikûmeta Amerîkayê yên ku bi dest xistine, angaşt kir ku Maduro ji Rûsyayê "daxwaza piştgiriya leşkerî ya bilez a ku mûşek jî di nav de ne" kiriye.
Di nûçeya rojnameyê de her wiha hat îdiakirin ku birêvebiriya Karakasê ji Çîn û Îranê jî alîkarî û dron xwestine.
Di nûçeyê de hat gotin, "Belge nîşan didin ku Maduro di demekê de ku hêzên Amerîkayê li Karayîpan bi cih bûne, reşnivîsa nameyekê amade kiriye û tê de ji Rûsyayê daxwaza mûşek, radar û balafirên pêşketîtir dike."
Washington Postê her wiha got ku birêvebiriya Karakasê daxwazên xwe di nameyeke ji bo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de anîne ziman û plan dike ku vê mehê di serdaneke "alîkarekî payebilind" a Moskowê de, ew name were radestkirin.
Li gorî belgeyan, Maduro nameyek ji Serokê Çînê Xi Jinping re jî nivîsandiye û tê de bi armanca ku "li hemberî aloziya di navbera Amerîka û Venezuelayê de rawestin" daxwaza "hevkariya leşkerî ya berfireh" kiriye.
Her wiha di belgeyan de hatiye diyarkirin ku Wezîrê Veguhastinê yê Venezuelayê Ramon Celestino Velasquez, dema ku serdana xwe ya Îranê plan kiriye, şandina alavên leşkerî û dronan ji wî welatî hevaheng kiriye.
Di nûçeya Washington Postê de hat destnîşankirin ku di belgeyên Amerîkayê de hatiye gotin:
"Maduro teqezî li ser cidiyeta êrişkariya Amerîkayê ya li Karayîpan kiriye û çalakiya leşkerî ya Amerîkayê ya li hemberî Venezuelayê, ji ber îdeolojiya wan a hevpar, wekî çalakiyeke li dijî Çînê pênase kiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse