Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çend saetan ji ragihandina agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê, Hindistan û Pakistan hev bi binpêkirina agirbestê sûcdar dikin.
Piştî çend saetan ji ragihandina agirbestê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump û razîbûna her du welatan bi rawestandina şer Serokê Îdareya Hindistanê ya li herêma Keşmîrê Omer Abdullah li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku piştî agirbestê jî dronên Pakistanê li asmanê herêmê firiyane û dengê teqînan jî li çend herêman hatiye bihîstin.
Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê Vikram Misri jî ragihand:
“Pakistan binpêkirinan didomîne û artêşa Hindistanê jî bi awayekî guncav bersiva wan binpêkirinan daye.”
Wezareta Karên Derve ya Pakistanê jî di daxuyaniyekê de Hindistan bi binpêkirina agirbestê sûcdar kir û ragihand:
“Pakistan pêbendî bicihkirina tevahiya mercên agirbestê ye lê Hindistanê li hinek deveran binpêkarî kirine û hêzên me jî li hemberî vê rewşê xwe ragirtiye.”
Donald Trump doh li ser tora civakî ya Social Truthê ragihand ku her du welat bi agirbestê razî bûne û niha li ser hûrgiliyên agirbestê gotûbêjan dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî li ser agirbestê ragihand ku biryar e di demeke nêzîk de berpirsên Pakistan û Hindistanê li welatekî sêyem gotûbêjan bikin lê ti ji wan welatan heta niha razîbûna xwe ya gotûbêjan ranegihandiye.
Piştî ragihandina agirbestê Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf pesnê rola Amerîkayê ya di agirbestê de da û got:
“Pakistan her tim li gel wê yekê bûye ku pirsgirêka Keşmîrê bi navbeynkariya navneteweyî were çareserkirin lê Hindistan li dijî navbeynkariya navneteweyî ye.”
Zêdebûna aloziyên di navbera Pakistan û Hindistanê de piştî wê dest pê kir ku 22yê Nîsanê li wê beşa Keşmîrê ya di bin desthilata Hindistanê de ye, komeke çekdar êrişî welatiyan kir û 26 kes kuştin.
Hindistanê Pakistan bi hevkariya komê sûcdar kir û Pakistanê jî ew tişt red kir.
Berî ragihandina agirbestê ji aliyê Trump ve, Pakistanê Hindistan bi bombebarankirina sê bingeh û baregehên mûşekî yên welatê xwe sûcdar kir ku yek ji wan tenê 10 kîlometreyan ji Îslamabadê dûr e.
Berpirsên Pakistan dibêjin, ji ber wan bombebaranan 11 kes hatine kuştin.
Şerê Hindistan û Pakistanê 18 rojan domand û li gorî daxuyaniyên her du aliyan, di wê demê de nêzîkî 60 kesên sivîl ji her du aliyan hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse