Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kir ku avedankirina deverên Kurdên Êzidî erkeke girîng a hikûmeta Îraqê ye.
Wezaretê da zanîn ku avedankirina "herêmên ziyan dîtine" ne li gorî daxwaza qurbaniyan e lê wezaretê eşkere kir ku Bexdayê di hin warên din de "gavên girîng avêtine."
Berpirsên Wezareta Karên Derve bersiv neda pirsa ka gelo dersînorkirina Kurdên Êzidî ya ji bo Îraqê niha rewa ye an na.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê rewşa mafên mirovan a Kurdên Êzidî ji Rûdawê re axivî.
Wezaretê tekez kir ku Almanya bi giştî "ji nêzîk ve çavdêriya" rewşa mafên mirovan li wî welatî dike.
Almanya: Rewşa mafên mirovan li Îraqê hêj bi pirsgirêk e
Ji ber ku Almanya Kurdên Êzidî dersînor dike, Rûdawê ji Wezareta Karên Derve pirsî ka sedem hene ku ev pêvajo were rawestandin lê wezareta federal bersiva vê pirsê neda.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li Îraqê bi giştî di warên mafên mirovan û rewşa jinan de pirsgirêk hene.
Wezaretê her wiha da zanîn ku pêvajoya avedankirinê ne li gorî daxwaza qurbaniyan e û gelek koçberên navxweyî venegeriyane cihên xwe.
Wezaret girîngiyê dide avedankirina herêmên Kurdên Êzidî û got, "Ji bo hikûmeta Îraqê erkeke girîng e ku ji bo avedankirina deverên civaka Êzidî kar bike û rêbazên avakirinê bi berdewamî bi pêş bixe."
Almanya: Bexda gavên girîng avêtine lê avedankirin hêdî ye
Li gorî Wezareta Karên Derve, Kurdên Êzidî ji hemû kesî bêtir bûne "qurbaniyên" DAIŞê.
Wezaretê qebûlkirina Yasaya Qerebûkirina Êzidiyan û Kêmneteweyan wekî biryareke girîng a Bexdayê dibîne.
Wezaretê her wiha amaje bi biryara Kanûna Pêşîn a 2022an kir ku li gorî wê Kurdên Êzidî dikarin xanî û zeviyan li ser navê xwe tomar bikin.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kir ku li Îraqê hîn pirsgirêkên mafên mirovan, rewşa jinan û azadiya derbirînê hene lê ji aliyê din ve welat di warê aramî û demokrasiyê de bi pêş ketiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse