CENTCOMê derbarê şerê li Helebê daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Heleb Brad Cooper
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper li ser bûyerên dawî yên li bajarê Helebê û derdora wê daxuyaniyek belav kir û bangî hemû aliyan kir ku "herî zêde xwe ragirin."

Brad Cooper diyar kir ku ew geşedanên li Helebê û herêmên derdora wê ji nêzîk ve dişopînin.

"Divê parastina sivîlan bibe pêşengî"

Fermandarê CENTCOMê bangî aliyên li qadê kir ku ji bo rêlibergirtina aloziyan gavan biavêjin û got:

"Em bang li hemû aliyan dikin ku herî zêde xwe ragirin û ji wan tevgerên ku tansiyonê zêdetir dikin dûr bikevin. Divê parastina sivîlan û binesaziyên krîtîk wekî pêşengî were dîtin."

"Li maseya dan û standinan vegerin"

Brad Cooper her wiha bangî aliyên peywendîdar kir ku bi rêyên dîplomatîk pirsgirêkan çareser bikin û wiha pê de çû:

"Em banga xwe ya ji bo hemû aliyên peywendîdar ducare dikin da ku bi niyeta baş li ser maseya danûstandinan vegerin û bi rêya diyalogê li pey çareseriyeke dîplomatîk a mayînde bin.

Wekî ku min berê jî gotibû, Sûriyeyeke ku di nav xwe de û li gel cîranên xwe di aştiyê de be, dikare bibe sedema Rojhilateke Navîn a biaramtir û dewlemetir."

Cooper di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku parastina aştî û aramiya li herêmê berjewendiya hevbeş a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Sûriyeyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst