Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa herî girîng a ewlehiyê ya cîhanê di rapora xwe ya nû ya salane de, wêneyekî tarî û tijî metirsî ji bo paşeroja cîhanê xêz dike.
Di raporê de eşkere tê gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump mijûlî hilweşandina wê pergala navneteweyî ye ku Amerîkayê bi xwe piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ava kiribû.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê îro dest pê dike û heta 15ê mehê didome.
Di raporê de tê gotin ku siyaseta derve ya îdareya duyem a Trump, ji reformê guheriye û bûye "siyaseta topa wêranker".
Di vê siyasetê de dezgehên navneteweyî, hevpeymanî û yasayên cîhanî ne tenê tên piştguhkirin, bi qestî tên lawazkirin û wêrankirin jî.
Bidawîhatina 'Aştiya Amerîkî'
Rapor bi wê îfadeyê dest pê dike ku cîhan ketiye qonaxeke nû ku tê de "wêrankarî" cihê "reformê" girtiye.
Îdareya Trump êdî xwe wekî parastvanê pergala cîhanî nabîne.
Ew wekî hêzeke "bazirgan" tevdigere ku tenê li dû berjewendiyên kurtdemî û peymanên dualî ye.
Di raporê de tê gotin ku çêkirina saloneke nû ya ahengê li Koşka Spî û rûxandina beşek ji avahiya kevn a ji aliyê Trump ve, sembola rûxandina nerît û dezgehên kevn ên siyaseta Amerîkayê ye.
Beşa taybet a Ewropayê ya di raporê de bi sernavê "pirsgirêkên veqetînê" hatiye nivîsandin.
Rapor hişyariyê dide ku sîwana ewlehiyê ya Amerîkayê ya li ser Ewropayê êdî nemaye.
Li ser Ukraynayê tê gotin ku piştgiriya Amerîkayê bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Rapor eşkere dike ku planeke Amerîkayê ya ji bo aştiyê heye ku zextê li Ukraynayê dike da ku dest ji beşek ji axa xwe berde ji bo Rûsyayê.
Ev yek wekî "serkeftineke ji bo Moskowê" hatiye pênasekirin.
Her wiha baweriya bi NATOyê jî lawaz bûye.
Tevî ku welatên Ewropayê budceya xwe ya leşkerî zêde kiriye jî tirs gihîştiye lûtkeyê ku Amerîka di dema şer de piştgiriya wan neke.
Aboriya cîhanê û 'Roja Rizgariyê'
Di beşa aboriyê de, rapor qal dike ku Trump bi ragihandina "Roja Rizgarkirinê" ya Nîsana 2025an, bi temamî ji Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî (WTO) û yasayên bazirganiya azad vekişiyaye.
Sepandina bacên gumrikê yên ji sedî 15 heta ji sedî 50 li ser piraniya welatên cîhanê, bûye sedema aloziya aborî û bihabûna li seranserê cîhanê.
Yek ji encamên herî metirsîdar ên siyaseta "Berê Amerîka", birîna alîkariyên mirovî û bipexistina Ajansa Bipêşketina Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) ye.
Ev biryar bûye sedema metirsiya mirina bi milyonan kesên li welatên xizan ku ji ber birçîbûn û nebûna dermanan dinalin.
Rojhilata Navîn di bin siyaseta 'wêrankariyê' de
Li gorî Rapora Ewlehiyê ya Munîhê ya 2026an, Rojhilata Navîn rasterast di bin bandora guherînên bingehîn ên siyaseta Amerîkayê de ye:
Li şûna çareseriya bingehîn, "peymanên bazirganî" derketine pêş.
Siyaseta Amerîkayê ya li herêmê ji "demokrasî û mafên mirovan" guheriye û bûye "peymanên bazirganî".
Îdareya Trump hewl daye bi rêya zextê li Xezeyê û herêmên din agirbestê pêk bîne.
Lê rapor dibêje ev agirbest "ne li ser bingeha çareserkirina mafan in, peymanên di navbera serkirdeyên xurt de ne" û bingeha pirsgirêkan çareser nakin.
Tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan sala 2026an zêde bibe.
Birîna alîkariyên mirovî
Biryara îdareya Trump a ji bo birîn û kêmkirina budceya rêxistinên navneteweyî û ajansên Neteweyên Yekbûyî, derbeke giran li sektora mirovî ya li Rojhilata Navîn xistiye.
Rapor amaje pê dike ku krîza mirovî ya li Yemen, Sûriye û Xezeyê ji ber nebûna çavkaniyên darayî kûrtir bûye.
Wekî mînak, tê gotin ku Trump ji rêxistinan xwestiye "xwe biguncînin, biçûk bibin yan jî bimirin".
Rapor dibêje baweriya bi Amerîkayê ya wekî navbeynkar li herêmê bi temamî kêm bûye.
Vekişîna Amerîkayê ya ji gelek rêxistinan û piştguhkirina yasayan, wiha kiriye ku welatên herêmê (wekî Siûdî û welatên Kendavê) li dû hevpeymanên nû bigerin û pêwendiyên xwe curbicur bikin ku nêzîkbûna bi Çînê re jî di nav de ye.
Ewlehiya herêmê û Îran
Her çi qasî rapor bi hûrgilî qala Îranê nake jî amaje pê dike ku "têgihiştina Amerîkayê ya ji bo cîhanê niha li ser bingeha bihêzkirina pêwendiyên bi serkirdeyên tekane re ye".
Ev jî wê îhtimalê zêde dike ku miameleya Washingtonê ya bi dosyeya nukleerî û hêzên herêmê re, zêdetir li ser bingeha peymanên veşartî be, ne li ser stratejiyeke demdirêj a ji bo aramiyê.
Rapora Ewlehiyê ya Munîhê ya sala 2026an hişyariyê dide ku cîhan ber bi "serdemeke bêyasa" ve gavan diavêje ku tê de yên xurt biryarê didin û yên lawaz dibin qurbanî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse