Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Munîhê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiyan.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, "Şandeya HSDyê di hevdîtinê de, ji bo wê piştevaniya berdewam a ku Fransa pêşkêş dike û bi taybetî jî ji bo hewlên dîplomatîk ên Parîsê yên ji bo çespandina agirbestê û bihêzkirina aramiyê li herêmê spasiya Serok Macron kir.”
HSDyê her wiha destnîşan kir ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navneteweyî kir da ku rêkeftina HSD û Şamê pêk were.
Hat diyarkirin ku temamkirina vê rêkeftinê xizmetê pêvajoya yekxistina saziyan û aramiya li Sûriyeyê dike.
Helwesta Macron
HSD dibêje, Emmanuel Macron tekez kir ku Fransa dê hewlên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne û "Serokê Fransayê pesnê rola bibandor a Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di rûbirûbûna terorê û parastina ewlehiya herêmê de da û diyar kir ku welatê wî dê weke hevparekî sereke li gel wan bimîne."
#VÎDEO - General Mezlûm Ebdî û Emmanuel Macron hev hembêz dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 13, 2026
🛑 Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî hevdû hembêz dikin
🛑 Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Munîhê ne#MSC2026 pic.twitter.com/SeAH5nfRcZ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse