Hewlêr (Rûdaw) - Ji aliyekî dîl bi hev tên guhertin lê li aliyê din Rûsya û Ukraynayê îro bi dronan êrişî paytextên hev kir.
Li paytexta Ukraynayê dengê teqînan hat bihîstin û serokê birêvebiriya leşkerî ya bajêr hişyarî da ku "şev dê ne hêsan be."
Di vê navberê de, rayedarên Rûsyayê jî ragihand ku 12 dronên ku ber bi Moskowê ve difiriyan hatine têkşikandin.
Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko ragihand ku di êrişa şeva borî ya Rûsyayê de herî kêm 10 kes birîndar bûne û hişyarî da niştecihan ku di stargehan de bimînin.
Vitali Klitschko got, paytext "di bin êrişê de ye" lê "sîstemên parastina hewayî kar dikin.”
Serokê Birêvebiriya Leşkerî ya Kîevê Timur Tkachenko destnîşan kir ku "zêdeyî 12 dronên dijmin" li sînorê asmanî yê derdora paytextê bûn.
Wî li ser Telegrama xwe nivîsiye, "Hinek ji dronên li ser Kîevê û derdora wê ji xwe hatine bêbandorkirin lê yên nû hîn jî dikevin paytextê."
Timur Tkachenko her wiha got, bermahiyên dronan ketine ser avahiyeke niştecihbûnê ya pênc qatî.
Desthilata Firokevaniya Sivîl a Rûsyayê jî ragihand ku li Moskowê, li ser herî kêm çar balafirgehan sînordarkirin hatiye danîn ku navenda sereke ya Şeremetyevoyê jî di nav wan de ye.
Serokê Şaredariya Moskowê Sergey Sobyanin jî got, 12 dronên ku ber bi paytexta Rûsyayê ve difiriyan hatine têkşikandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse