Gendelî serê gelê Ukraynayê dixwe: Nêzîkî 100 milyon dolarî winda ye

16-11-2025
RÛDAW
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Ukrayna Gendelî Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê piştî ku gendeliyeke mezin a derbarê windabûna nêzîkî 100 milyon dolarî eşkere bû soz da ku ew dê şirketên dewletê yên di sektora enerjiyê de ji gendeliyê paqij bike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy raporeke nepenî ya lêkoleran wergirtiye ku tê de behsa gendeliyên di sektora enerjiyê de tê kirin.

Li gorî lêkolînan, nêzîkî 100 milyon dolarê Amerîkî pereyê ku ji bo parastina binesaziya enerjiyê ya li hemberî êrişên Rûsyayê hatibû veqetandin, hatiye dizîn.

Eşkerebûna vê gendeliya mezin di nav xelkê Ukraynayê de bûye sedema nerazîbûneke mezin.

Di heman demê de, Rûsya jî êrişên xwe yên li ser binesaziyên enerjiyê û bi taybetî jî li ser santralên elektrîkê yên Ukraynayê zêde kirine.

Vê yekê jî beşeke mezin a Ukrayniyan rûbirûyê tarîtî û bêkarebatiyê kiriye.

“Zelalî û destpakî”

Zelenskyy roja şemiyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî:

"Em dê li ser hemû xerciyan û birêvebirina wan şirketan lêkolîneke berfireh bikin.

Zelalî û destpakî ya tam di sektora enerjiyê de, karê pêşîn ê her kesî ye."

Şirketa atomî Energoatoma ku şirketa herî mezin a enerjiyê ya Ukraynayê ye û ser bi dewletê ve ye, di nava vê skandalê de ye.

Serokê Ukraynayê ragihand ku lêkolîn li ser wê şirketê dest pê kiriye û di nava hefteyekê de dê desteyeke nû ya çavdêriyê jê re were danîn.

Her wiha medyaya Ukraynayê ragihandiye ku hejmarek ji wan kesên ku gendelî kiriye pêywendiyeke wan a nêzîk bi Serokê Ukraynayê re heye.

Nêzîkî Zelenskyy ne

Serokê Ukraynayê di berdewamiya peyama xwe de da zanîn:

"Min ferman daye berpirsên hikûmetê ku pêywendiyeke wan a berdewam û watedar bi saziyên bicihanîna yasa û yên li dijî gendeliyê re hebe."

Zelenskyy her wiha daxwaza danîna birêvebirekî nû ji bo şirketa Ukrhydroenergoyê ya hilberîna elektrîkê kir.

Ligel vê yekê, xwest ku di şirketa petrol û gazê û sîstema veguhastina gazê de çaksaziyên bilez werin kirin.

Ji ber vê gendeliyê, destpêka hefteya borî du wezîr neçar man ku îstifa bikin û hevparekî bazirganiyê yê berê yê Zelenskyy jî hatibû cezakirin.

Ofîsa Neteweyî ya li Dijî Gendeliyê ya Ukraynayê (NABU) û Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Pispor a li Dijî Gendeliyê (SAP) ragihand ku lêkolînê 15 mehan berdewam kiriye û derketiye holê ku hejmarek endamên hikûmeta niha ya Ukraynayê di vê gendeliya mezin de cih digirin.

Hinek ji wan kesên ku di gendeliyê de cih digirin, berpirsên nêzîkî Zelenskyy bûn.

Di nav wan kesên ku tên tometbarkirin de Wezîrê Dadê Herman Halushchenko, Alîkarê berê yê Serokwezîr Oleksiy Chernyshov û karsaz Timur Mindichê ku xwediyê studyoya kanala berê ya Zelenskyy bû, hene.

Zelenskyy piştî belavbûna hûrgiliyên gendeliyê di medya û torên civakî de ragihand ku ew pêbend e bi hevkariyeke tam a bi lêkolerên vê dozê re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst