Hewlêr (Rûdaw) – Brîtanya polîtîkaya xwe ya penaberiyê tundtir dike û dema mana daîmî ya li Brîtanyayê dê bibe 20 sal û ji bo Sûriyeyiyan rêya vegerê xuya dike.
Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Shabana Mahmoodê li Meclisa Nûneran behsa "bêwateyiya" sîstema penaberiyê ya Brîtanyayê kir û planeke ji bo çaksaziyê di wê sîstemê de pêşkêş kir.
“Welatê me kiriye cihekî parçekirîtir”
Wezîrê amaje bi wê yekê jî kir ku dê li hemberî wan penaxwazên ku xelkê Sûriye, Angola, Komara Demokratîk a Kongoyê û Namîbyayê ne, rêkarên tundtir wergirin û anî zimên:
“Ji bo xelkê Brîtanyayê yên ku bacê didin, ev sîstem ji kontrolê derketiye û ne dadperwerane ye.
Lez û mezinahiya guherînan îstiqrara civakan têk daye û welatê me kiriye cihekî parçekirîtir."
Li gorî plana nû, standina mafê penaberiyê dê zehmettir bibe.
Hejmareke zêdetir a malbatan dê bên dersînorkirin û piştgiriya darayî dê bi hêsanî ji penaberan re neyê dayîn.
Her wiha, divê penaxwaz ji bo wergirtina mafê rûniştina daîmî demeke dirêjtir li bendê bin.
Ev dem ji 5 salan dê bibe 20 sal helbet heke daxwaziya wan serkeftî be.
“Otomobîleke Audi kiriye”
Shabana Mahmood derbarê vê mijarê bi vî rengî axivî:
“Divê kesên ku dahat û samanên wan hene beşdarî lêçûnên mana xwe bibin.
Ev yek dê dawî li vê bêwateyiya ku em niha dibînin bîne ku penaxwazek mehane 800 poundî ji malbata xwe werdigire û vê dawiyê otomobîleke Audi kiriye lê li ser hesabê bacderan xaniyê bêpere jê re hatiye dayîn û dadgeh jî dibêjin em nikarin tiştekî bikin."
Dersînorkirina penaxwazên Sûriyeyî
Wezîrê her wiha amaje bi çend welatên diyarkirî kir û got:
"Hîn hejmareke zêde ya penaxwazên Sûriyeyî yên ku daxwazên wan hatine redkirin li vir in ku piraniya wan ji rejîmeke ku ji wê demê ve rûxiya reviyane.
Welatên din plan dikin ku dersînorkirinê pêk bînin û em dê heman rêyê bişopînin.
Wekî mînak, nêzîkî 700 malbatên Alban di xaniyên hikûmetê de dijîn ku li ser hesabê bacderan in, di demekê de ku daxwazên wan ên mafê penaberiyê hatine redkirin.
Ji ber vê yekê em niha dest bi dersînorkirina malbatan dikin."
“Em dê cezayên vîzeyê li ser wan bisepînin”
Shabana Mahmoodê diyar kir ku dema astengiya vegerê ne kes bi xwe yan hikûmeta Brîtanyayê be, ew asteng ji welatê wergir be ew dê tedbîran bigirin û got:
"Me îro ragihand ku me ji Angola, Komara Demokratîk a Kongoyê û Namîbyayê re gotiye eger pêbendî yasa û kevneşopiyên navneteweyî nebin, em dê cezayên vîzeyê li ser wan bisepînin.
Ez ji vir peyameke berfirehtir dişînim, eger welatên din vê dersê wernagirin, dê cezayên zêdetir li pey wan bên."
Seroka Partiya Mihafezekar Kemi Badenochê jî piştgirî da vê daxuyaniyê lê ew wekî "gavên biçûk" bi nav kir û daxwaz ji hikûmetê kir ku gavên zêdetir biavêje.
Shabana Mahmood daxuyand ku ew bi xwe li ser kolanan rûbirûyî heqareta nijadperestî bûye û got:
"Ev sîstem têk çûye û erkê li ser milê hemû endamên encumenê ye ku qebûl bikin ka sîstem çi qasî bi xerabî têk çûye û bikin erkê xwe yê exlaqî ku wê sererast bikin da ku êdî nebe sedema wê perçebûna ku em hemû dibînin."
“Yasayên me ji bo wê rewşê nehatine danîn”
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî berê nivîsandibû ku sîstem di bin "zexteke tund" de ye û ragihandibû:
"Sîstema me ya penaberiyê ji bo lihevkirina bi vê rewşê re nehatiye çêkirin.
Her wiha yasayên me ji bo wê rewşê nehatine danîn ku tê de penaxwaz bi gelek welatên aram re derbas dibin berî ku bi kelekan hewl bidin ji Kanala Îngilîz derbas bibin."
Partiya Karkeran a desthilatdar di bin zexta Partiya "Reform UK" de ye ku li dijî koçberiyê ye.
Li gorî rapirsiyan, eger heye ku ev partî di hilbijartina bê de ji aliyê hejmara kursiyên Meclisa Nûneran ve, Partiya Karkeran û Partiya Mihafezekaran jî li pey xwe bihêle û hikûmeta bê ava bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse