Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Federal ya Almanya îsal jî mûçeyê parlamenteran kêm dibe. Birêvebiriya Ragihandinê ya Parlamentoya Federal piştrast kir ku tê çaverêkirin mûçeyê parlamenteran kêm bibe lê wê dawiya meha Adarê bi temamî zelal bibe.
Li gorî Birêvebiriya Amaran ya Federal niha her parlamenterek Alman mehane 10 hezar û 83 euro û 47 centan werdigre, tê çaverêkirin ku 60 euro û 50 cent jê dakeve û bibe 10 hezar û 22 euro û 97 cent. Par jî ji ber pandemiyê mûçeyê parlamenteran nehate zêdekirin.
Li gorî amarên fermî yên sala 2020an li Almanya ji ber pandemiyê mûçe li gorî berê ji sedî 0,6 hatin kêmkirin. Bandora vê li ser mûçeyê parlamenteran dike 60 euro û 50 cent.
Saziya Destpakiya Sivîl ya ku çavdêriya çalakiyên parlamenteran dike dibêje, kêmkirina mûçeyê parlamenteran biryareke raste û di cihê xwe de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse