Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke stratejîk a cureyê Tu-95MS li ser Deryaya Japonê firîneke plankirî pêk aniye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hat destnîşankirin ku balafira stratejîk a mûşekhilgir a menzîldirêj a cureyê Tu-95MS li qada asmanî ya li ser avên bêalî yên Deryaya Japonê firîneke plankirî pêk aniye.
“Hemû firîn plankirî ne”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku firînê zêdetirî 6 saetan ajotiye û balafirên Su-35S û Su-30SM ên Hêzên Asmanî yên Rûsyayê hevrêtiya Tu-95MSê kirine û hat gotin:
"Muretebatên balafirvaniya menzîldirêj, bi awayekî birêkûpêk li ser avên bêalî yên Arktîk, Atlantîka Bakur, Okyanusa Pasîfîk, Deryaya Reş û Deryaya Baltikê firînan pêk tînin.
Hemû firînên balafirên Hêzên Asmanî yên Rûsyayê, bi pêbendiyeke tund a li gorî rêgezên navneteweyî yên bikaranîna qada asmanî tên kirin."
Doh jî hatibû ragihandin ku balafireke stratejîk a menzîldirêj a cureyê Tu-95MS artêşa Rûsyayê, li ser Deryaya Barentsê firîneke plankirî pêk aniye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse