Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îmarat dixwaze balafirên şer ên F-35an bikire û ew jî mijarê vedikolin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di civîna rojnamevanî derojevê nirxand û pirsên rojnamegeran bersivand.
Donald Trump ji bo îdiayên ku dibêjin Îamrat dixwaze balafirên şer ên F-35an bikire de got: “Pereyê Îmaratê heye û dikare van balafiran bikere. Ev tiştek baş e lewra hûn jî dizanin ku gelek caran bi welatan re peymanên 80-90 qurişî (10 cent) îmze dikin. Tiştê ew dixwazin em didin wan, lê ji ber ku pereyê wan tuneye ew nikarin deynê xwe bidin.”
Trump ragihand ku Îmarat dixwaze balafiran bikire û wiha pê de çû: “Ew dixwazin F-35an bikirin. Çi bibe em dê bi hev ra bibînin. Em vê mijarê vedikolin, lê wan di mijara aştiya Rojhilata Navîn de derfetên gelek bikêr pêşkeş kirin.”
Li ser peymana di navbera Îamarat û Îsraîlê de ya bi mebesta asayîkirina têkîliyan jî axivî û ji bo pirsa “gelo dê Erebîstana Siûdî jî tevlî bibe yan na” wiha bersiv da: “Gelek welat bi awayek bilez û bez peymanê qebûl dikin. Dema hemû hatin dê Îran jî bê. Li Rojhilata Navîn dê aştî pêk bê.”
Pirsa derbarê hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re de jî wiha bersivand: “Me piraniya leşkerên xwe ji Iraqê vekişand. Em ji van şerên tewş û dawî lê nayê derdikevin. Bi rastî divê em di serê ser de neçûna wê derê. Çûna me ya li wê derê li gor min di dîroka me de biryara herî xelet e, welatê me divê qet neçûya Rojhilata Navîn.”
Trump bibîr xist ku Amerîkayê ji welatên wek Efxanistan û Sûriyeyê leşkerên xwe vekişand û wiha pê de çû: “Dema me leşkerên xwe ji navbera Sûriye û Tirkiyeyê vekişand tiştên qewimîn bînin pêş çavên xwe. Herkesî digot ew karesat e. Tirkiye dikare karê xwe bi tena serê xwe hel bike. Bi Erdogan ra têkîliyên me yên gelek baş hene.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse