Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî îdiaya CNNê, îhtimal heye hevdîtina Vladimir Putin û Donald Trump bê taloqkirin.
Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Budapeşteya paytexta Macaristanê bicivin.
Çavkaniyên ku ji CNNê re axivîn, derbarê hevdîtina çaverêkirî ya di navbera Trump û Putin de îdiayên nû anîn zimên.
Rayedarekî Koşka Spî ragihand ku hevdîtina di navbera Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de ya ku biryar bû vê hefteyê beriya hevdîtina her du lîderan pêk bê, "ji bo niha hatiye rawestandin."
Çavkaniyeke din a ku agahdarê mijarê ye, ji CNNê re eşkere kir ku di navbera Rubio û Lavrov de derbarê bidawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê de nakokî hene.
Heman çavkaniyê îdia kir ku ji ber van nakokiyan, îhtimaleke kêm e ku Rubio "pêşniyar" bike hevdîtina Putin-Trump hefteya bê çêbibe lê dibe ku Rubio û Lavrov vê hefteyê careke din bi telefonê biaxivin.
Tê payîn ku Putin û Trump li Budapeştê bicivin
Serokê Amerîkayê Trump di 16ê Çiriya Pêşîn de bi telefonê bi Serokê Rûsyayê Putin re axivîbû û di hevdîtina ku nêzîkî 2,5 saetan ajotibû de, mijarên li ser krîza Ukraynayê gotûbêj kiribûn.
Trump ragihandibû ku dê di navbera her du welatan de hevdîtineke "şêwirmendên payebilind" bi beşdariya Marco Rubio pêk bê û pişt re jî ew dê bi Putin re li Budapeşteya paytexta Macaristanê bicive.
Piştre Trump diyar kiribû ku dibe ew hevdîtin "di nava 2 hefteyan de" pêk bê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse