Sal bi şer derbas dibin, şopên şer bûne qemûşkên li ser birînên Ukraynayê

22-07-2025
Dilniya Rehman
Tîma Rûdawê li qada şer e / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Tîma Rûdawê li qada şer e / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şerê Rûsya û Ukraynayê Wêranî Şopên Şer
A+ A-

Ukrayna (Rûdaw) - Piştî sê salên şerekî xwînavî yê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, wêranî û êş bûne rûyê tal ê bajarên rojhilatê Ukraynayê û deverên din ên sînorî.

Bombebaranên bêrawestan ne tenê binesaziya leşkerî, her wiha herêmên niştecihbûnê yên sivîlan jî kirine armanc û bûne sedema malwêraniyeke bêrehm û êşên bêsînor.

Piştî ku belgefîlma me ya yekem a li ser şerê Ukraynayê Xelata Zêrîn a Stevieyê wergirt, em bi tîma xwe re vegeriyan Ukraynayê û li wir me çîrokên malwêranî û koçberiya xelkê û wêrankariyan tomar kirin.

Yek ji dîmenan li bajarê Kramatorskê yê li rojhilatê Ukraynayê ye.

Bombebarneke wêranker baregeheke leşkerî dike armanc lê ji ber ku avahî di nava taxeke niştecihbûnê de ye, zerereke mezin digihîje bi dehan xanî û otomobîlên xelkê.

Dîmenên kavilên rûxandî û tirs û reva xelkê, bûne beşek ji jiyana wan a rojane.

Gelek ji niştecihan ji bo parastina canê xwe, xwe li jêrzemînên malên xwe vedişêrin û di bin sîbera mirinê de dijîn.

Tenê 16 kîlometreyan dûrî wir, li bajarê Slovianskê, baregeheke din a hêzên Ukraynayê ku xaniyekî di nava malên sivîlan de bû hatiye armancgirtin.

Şer û evîn

Di nava vê wêrankariyê de, çîroka Nela û Sergiyê ku 30 sal in zewicî ne û bi evînî bi hev re jiyane, derdikeve pêş.

Xewna wan ew bû ku rojên xwe yên pîrbûnê bi aramî derbas bikin lê bombeyeke ku li hewşa mala wan diteqe hemû hêviyên wan li gel xaniyê wan dirûxîne.

Di dema bûyerê de, Nela û Sergî li pêjgehê bûn, ji ber teqînê çarçoveya pencereyê dikeve ser serê Sergî û perçeyên şûşeyan pişta stûyê wî birîndar dikin.

Niha ev her du hevjînên kal ên ku zarokên wan nînin, bê mal mane û neçar in li mala hevalekî xwe bimînin heta ku çarenivîsa wan diyar bibe.

Donetsk û tirs

Eniyên pêş ên şer ên li Herêma Donetskê qadeke jî tundiya bêrawestan in.

Rêyên ber bi bajarê Bakhmutê ve yê ku zêdetirî salekê ye di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ye, tijî metirsî û dengê bombebaranê ne.

Şêniyên derdora Bakhmutê ji tirsa pêşveçûnên Rûsyayê cihên xwe vala kirine.

“Bi pêş ve meçin, hûn dê bên kuştin”

Leşkerekî Ukraynayî yê li wê deverê rewşê bi rengê "gelekî giran û xwînavî" bi nav dike û tîma Rûdawê hişyar dike û dibêje, "Bi pêş ve neçin, metirsîdar e û hûn dê bên kuştin."

Eger Chasiv Yar bikeve, bajarên Kostiantynivka, Kramatorsk û Slovianskê dê bikevin ber metirsiyeke rasterast.

Sûkên vala û dikanên girtî

Li bajarê Kostiantynivkayê jî bandorên şer ên şênber bi awayekî berbiçav tên dîtin.

Zêdetirî ji sedî 70yê niştecihan bajarê xwe terikandiye û wan berê xwe daye deverên aramtir ên welêt.

Sûk vala ne û dikan hatine girtin, çavkaniya debarê ya xelkê nemaye û bêhêvîtî li ser bajêr bûye mij.

“Em dê hemû bimirin”

Yek ji wan kesên ku maye Vladyslav e, piştî ku xaniyê wî ji ber bombebaranê bi temamî rûxiya, bi tenê û dilşikestî li mala hevalekî xwe dijî.

Jin û zaroka wî çûne bajarê Lvivê û ew salek e bi tenê maye. Vladyslav biryar daye ku bajarê xwe neterikîne lê bawer dike ku çarenivîsa wan tarî ye û dibêje:

"Ez dibînim ku çek û cebilxaneyên me yên pêwîst nînin, bê guman em dê têk biçin. Ez bawer im beriya têkçûnê em dê hemû bimirin."

Di demekê de ku rojhilat bi mirinê re şer dike, li paytext Kyivê, çav li ser hewlên dîplomatîk in.

Her çend civaka navneteweyî hewl dide agirbestê ragihîne jî lihevnekirina Rûsya û Ukraynayê ya li ser mercan, bi taybetî li ser çarenivîsa ji sedî 20ê axa Ukraynayê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin (beşek ji Donetsk, Luhansk, Kharkiv, Kherson û Zaporizhzhiayê, li gel Kirimê), hiştiye ku bidawîbûna şer hîn dûr be.

Rayedarên Ukraynayê tekez dikin ku "ti gotûbêj li ser axa Ukraynayê nayê kirin" û ew di wê baweriyê de ne ku dereng an zû, Rûsya neçar dibe ku ji wan deveran vekişe.

Erê gotûbêj hene lê asmanê Kyivê her şev bi êrişên dronên êrişkar ronî dibe.

Carinan ev dron li avahiyên xelkê dikevin û karesatên mirovî çêdikin.

Di yekê ji van êrişan de jineke pîr mir û mala wê bi temamî şewitî.

Karê rojane bûye paqijkirina bermahiyên bombeyan

Dîmenên xelkê tirsiyayî û paqijkirina bermahiyên bombebaranan bûye karê rojane.

Dayîkek behs dike ku zaroka wê ya çar salî dibêje dengê teqînan "birûskên ewran" in û dibêje, "Gelekî zehmet e ez jê re rave bikim bê ma li vir çi qewimiye, ew vê heq nakin."

Şarezayekî leşkerî yê Ukraynayî di wê baweriyê de ye ku rewşa şer ji ber kêmbûna alîkariyên Rojava û berdewamiya piştgiriya Çîn, Îran û Koreya Bakur a ji bo Rûsyayê girantir bûye.

Ew dibêje, "Em dikarin berdewam bikin lê bê guman bêyî alîkariya leşkerî, ne mumkin e ku em karibin li hemberî welatekî wisa mezin bisekinin."

Birîn û xemên Buchayê

Li pişt van hemû bûyeran, bîranîna tal a bajarê Buchayê wekî birîneke kûr di bîra Ukrayniyan de maye.

Ev bajarê ku tenê 20 kîlometreyan ji Kyivê dûr e, mehekê di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ma û tê de tawanên şer ên dilsoj hatin kirin.

Li dêra bajêr wêneyên qurbaniyan hatine nîşandan û abîdeyeke demkî bi navê 509 qurbaniyan hatiye çêkirin.

Tatiana û hêviya nû

Tatiyana yek ji niştecihên Buchayê ye, li nava baxçeyê mala xwe ku wan bi hev re bi evînî ava kiribû hevjînê xwe ji dest da.

Tatianayê di nava wê meha ku bajar hatibû standin de bi dehan leşker li mala xwe veşartin û jiyana wan parast.

Piştî wan bûyeran ew rastî depresyoneke kûr hat lê ji dayîkbûna neviya wê hêviyeke nû da wê.

Piştî sê salan, li pişt her wêraniyê çîrokeke mirovî heye lê dîsa jî awaza berdewamiya jiyanê hîn jî li quncik û qiraxên welatê wan tê bihîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst