'Eger em bi Putin re neaxivin dê Erdogan an jî Şi Jinping muzakereyan bikin'

23-04-2022
RÛDAW
Nîşan Şerê Rûsya û Ukraynayê Emmanuel Macron Recep Tayip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, "Heger em biryar bidin ku bi Serokê Rûsyayê Putin re neaxivin, dê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan an jî Serokê Çînê Şi Jinping muzakereyan bi rêve bibin.”

Macron di radyoya France Inter de li ser rojevê bersiva pirsan da.

Macron diyar kir ku ew ê hevdîtinên xwe yên bi Putin re ku ev demek e pê ra neaxivî ye, bidomînin û anî ziman ji bo ku xwe bigihînin bajarê Mariupol a Ukraynayê, pêwîst e bi Putin re biaxivin.

Macron her wiha got, "Erka me ye ku em bi wî re biaxivin. Heger dê jiyana çend kesan xilas bike, hewce ye ku em bi wî re biaxivin. Min her dem bi Serok Putin re bi rengekî zelal û şefaf axiviye. Divê di demekê de agirbestek were amadekirin. Divê Ewropa li dora maseyê be. Heger em biryar bidin ku bi Putin re neaxivin, dê Serokkomarê Tirkiyê an jî Serokê Çînê, muzakereyan bi rêve bibin.”

Macron destnîşan kir ku ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê çareseriyeke serbazî nîne û diyar kir ku heger rêya serbazî ji bo çareseriyê were hilbijartin, şerê cîhanê yê sêyemîn tê tercîhkirin.

Macron da zanîn ku heger ew alîkariya çekan nedin Ukraynayê dê nikaribe li hember Rûsyayê li ber xwe bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst