Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê di bersiva pirsele Rûdawê de got, "Eger ceza dîsa li ser Îranê werin sepandin dê aboriya wê baş nebe."
Kaja Kallasê her wiha derbarê bernameya nukleerî ya Îranê tekez kir hemû alî hevfikir in ku nabe Îran bibe xwediyê çekên nukleer.
Kallasê li ser Peymana Nukleer a sala 2015an a di navbera Îran û hêzên mezin de jî ragihand ku ew wekî aliyekî peymanê li ser pêbendiyên xwe mane.
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê Îro li Bruksela paytexta Belçîkayê dicivin.
Beriya civînê Berpirsa Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas ji rojnamegeren re axivî.
Kaja Kallasê li ser bernameya nukleer a Îranê pirseke Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivand.
Rûdaw: Eger Îran bernameya xwe ya nukleerî ranewestîne, helwesta Yekîtiya Ewropayê dê çi be û hûn dê çi pêngavên din bavêjin? Rola we dê çi be?
Kaja Kallas: Bê guman em wekî aliyekî Peymana Nukleer a sala 2015an, li ser pabendiyên xwe mane. Di heman peymanê de mekanîzmayeke me heye ku behsa wê yekê dike ku eger ti başbûn çênebe, dê hemû ceza dîsa werin sepandin. Bêguman, ev tê wê wateyê ku aboriya Îranê dê baş nebe û rewş ji bo xelkê Îranê jî dê baş nebe. Ji ber vê yekê, bernameya nukleerî ya Îranê tiştek e ku her kes li ser hevfikir e ku nabe Îran bibe xwedî çekên nukleer û divê em di vî alî de kar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse