Rubio ji Sûdanî re got: Dest bi şandina petrola Herêma Kurdistanê bikin

23-07-2025
RÛDAW
Nîşan Marco Rubio Mihemed Şiya Sûdanî Mûçe Hinartina Petrolê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re gotiye mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne û dubare dest bi şandina petrola Kurdistanê bike.

Li gorî daxuyaniyeke Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî re li ser êrişên dawî yên li dijî binesaziya enerjiyê axivî.

Rubio tekezî li ser girîngiya wê yekê kir ku divê hikûmeta Îraqê lêpirsînê li ser êrişkaran bike û rê li ber dubarebûna wan di paşerojê de bigire.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê amaje bi girîngiya dayîna mûçeyên Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam û destpêkirina ducare ya hinartina petrolê ya bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê kiriye.

Mijareke din jî Heşda Şebî bû.

Marco Rubio dilgiraniya kûr a Amerîkayê ya derbarê pêşniyaryasaya Desteya Heşda Şebî de ducare kir ku niha li Encûmena Nûneran a Îraqê ye.

Rubio got, "Her yasayeke bi vî rengî dê bibe sedema sazîbûna bandora Îranê û komên çekdar ên terorîst, û ev yek jî dê serweriya Îraqê lawaz bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst