Li Rûsyayê balafir ket: 49 kes mirin

24-07-2025
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ketina Balafirê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Amurê ya Rûsyayê balafireke cureya "An-24" a ku 49 kes tê de bûn ket xwarê.

Hat ragihandin ku ji 43 rêwî û 6 muretebatan ti kes xilas nebûye û bermahiyên balafirê hatine dîtin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASSê, bermahiyên balafirê 15 kîlometreyan dûrî bajarê Tindayê li berpala çiyayekî hatiye dîtin.

Li gorî agahiyên destpêkê, tê diyarkirin ku balafir ji ber xeletiya pîlotan ketiye xwarê.

Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê jî dîtina bermahiyên balafirê piştrast kir û ragihand ku tîmên rizgarkirinê ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst