Piştî zêdetirî 200 salan li dêra Notre Dame cejna Krîsmisê nayê kirin

24-12-2019
Zinar Şîno
Nîşan Parîs Notre Dame Cathedral
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Piştî zêdetir ji 200 salan, îsal bo cara yekê li dêra Notre Dame Cathedral a Parîsê cejna sersala zayînî ango cejna Krîsmisê nayê lidarxistin.

Ji sala 1803ê zayîmî ve ta sersala 2019ê bi awayekî bê navber cejna Krîsmisê li dêra Notre Dame Cathedral hatibû sazkirin, lê belê di 15ê Nîsana îsal de ji ber bûyera şewata li wê dêrê ku beşeke wê dêrê û bi taybet burca wê ya dar şewitî, deriyên wê dêra dîrokî û balkêş girtî dimînin û ji bo sersala 2020ê ti merasimek li vê dêrê nayê birêvebirin.

Li gor zanyariyan, merasimên wê dêrê dê bo dêreke din a li taxa San German a Parîsê bên veguhastin.

Dêra Notre Dame Cathedral a Parîsê ku dîroka wê vedigere bo zêdetir ji 850 sal berê û yek ji şûnwarên dîrokî yên herî navdar li Fransayê û cîhanê ye, 15ê Nîsana îsal (2019) di bûyereke ne zelal de agir pê ket û şewitî û burca wê ya dar bi temamî herifî.

Ew bînaya dîrokî di sala 1163 zayînî de dest bi avakirina wê hatiye kirin û di sala 1345an de karê avakirina wê bi dawî bûye. Ew dêr di lîsta UNESCOyê ya Mîratên Cîhanî de hatiye tomarkirin.

Piştî bûyera şewata ku li wê dêrê çêbûbû, ji seranserê cîhanê ve 320 hezar xwebeşxan jibo ji nû ve avakirina beşa şewitî ya wê dêra dîrokî nêzîkî 1 milyar euro alîkarî kom kirin.

Her sal derdora 13 miliyon geştyaran bo dîtina wê dêra dîrokî serdana Fransayê dikirin.

Nivîskarê navdarê Fransî, Victor Hugo jî di pirtûka xwe ya bi navê The Hunchback Of Notre Dame de behsa wê dêra dîrokî dike.

Pirtûka The Hunchback Of Notre Dame a Hugo, di 14 Kanûna 1831 de hatiye çapkirin û belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst