Brîtanya 16 koçber şandin Fransayê, yek ji wan tavilê vegeriya

25-10-2025
Hêmin Ebdullah
Kanala Îngîlîz a di navbera Fransa û Brîtanyayê\ Wêne: AFP Arşîv
Kanala Îngîlîz a di navbera Fransa û Brîtanyayê\ Wêne: AFP Arşîv
Nîşan Koçber Fransa Brîtanya
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Brîtanyayê di rojên borî de 16 koçber bi balafirekê şandin Fransayê lê di heman hefteyê de 589 koçberên din bi qeyikê xwe gihandin welat û hejmara hatinan rekoreke nû tomar kir.

Vegera yek ji koçberên dersînorkirî jî careke din pirsên li ser serkeftina vê peymanê derxist holê.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê heta niha 42 kes ji bo Fransayê hatine şandin.

Di heman hefteyê de 589 koçberên din ji Fransayê bi qeyikê derbasî Brîtanyayê bûn.

Bi vê yekê re rekora sala borî jî hat şikandin.

Sala borî di vê hefteyê de hejmara kesên ku di nava salekê de bi qeyikê xwe gihandibûn Brîtanyayê 36 hezar û 816 kes bûn lê îsal ev hejmar derket 36 hezar û 886 koçberan.

Peymana "dîrokî" ya bi Fransayê re

Tevî vê yekê, berpirsên Brîtanyayê bi wê peymana ku bi Fransayê re mohr kirine pir kêfxweş in û wê wekî "dîrokî" bi nav dikin.

Wezîra nû ya Karên Navxwe ya Brîtanyayê Shabana Mahmoodê gotibû ew peyman dîrokî ye.

Piştî vê gotinê demeke kurt derbas nebû, koçberekî dersînorkirî careke din xwe gihand Brîtanyayê.

Bi vê yekê, di nav raya giştî ya Brîtanyayê de careke din ev pirs derket holê:

“Madem ku hê jî gelek koçber bi qeyikan tên û yên ku tên şandin jî dîsa vedigerin, bi rastî feydeya van dersînorkirinan çi ye?”

Koçberê vegeriyayî: "Li Fransayê metirsî li ser jiyana min hebû"

Ew koçber dixwaze careke din li Brîtanyayê daxwaza mafê penaberiyê bike. Ew penaber Îranî ye, gotiye ku li Fransayê metirsî li ser jiyana wî hebû lewra careke din vegeriyaye.

Wekî ku wî behs kiriye, li bajarê Parîsê ew û dersînorkiriyên din xistine kampekê û newêrîbûn derkevin derve.

Koçberê Îranî her wiha got, "Qaçaxçî li Fransayê li her derê ne û çek bi wan re hene. Berê jî pirsgirêkên min bi wan re hebûn" loma ew tirsiyaye û vegeriyaye Brîtanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst