Starmer û Erdogan rewşa Xezeyê nirxand

26-09-2025
Nîşan Keir Starmer Erdogan Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer di pêwendiyeke telefonî de rewşa dawî ya Xezeyê gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, pêwendî îro pêk hatiye.

Wan pêwendiyên dualî yên di navbera Tirkiye û Brîtanyayê de û “mijarên herêmî û cîhanî” nirxandine.

Erdogan diyar kiriye ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya îsal ji bo bidestxistina pêşketina di çareseriya dudewletî ya ji bo Filistînê de sûdmend bûye.

Recep Tayyîp Erdogan ji ber biryara Brîtanyayê ya naskirina dewleta Filistînê, Serokwezîr Starmer pîroz kiriye û gotiye ku naskirina Filistînê ji aliyê endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yên wekî Brîtanya û Fransayê ve pêngaveke dîrokî ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê teqezî li ser wê yekê kiriye ku ji bo “rawestandina hikûmeta Netanyahu” divê piştgiriya ji bo Filistînê were parastin û ji bilî zextên dîplomatîk, pêwîst e ji bo “rawestandina Îsraîlê” tedbîrên berfirehtir bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst