Helwesta Rûsya li ser mafên Kurdan di destûra Sûrî de çi ye?

26-11-2019
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Li Moskowê panêlek taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê birêve çû
Li Moskowê panêlek taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê birêve çû
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rûsya Sûriye Destûra Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Moskowê panêlek taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê birêve çû û di panêlê de çend mijarên giring hebûn, di nav de jî daxwazên desturî yên Kurdan, herwiha egera encamdana gotûbêjan di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de.

Dîplomat, kurdzan, şarezayên siyasî û serbazî yên Rûs, û nûnerên diyasporaya kurd ên li Rûsyayê  di Panelekî de rewşa dawî ya ya Sûrî, navbeynkariya Rûsyayê ji bo diyaloga Kurdan û Şamê, raxistine ser maseyê.

Di panelê de gengeşî zêdetir li ser pirsgirêka Kurdî û rola Rûsyayê di garantîkirina mafê destûrî ya Kurdan de kûr dibe. Ji ber ku hem Serok, hem jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê di vê mijarê de çend daxuyaniyên giring  dane.

Rawêjkarê Cîgirê Serokê Civata Federasyonê ya Rûsyayê dîplomatAndrey Baklanov ji Rûdawê re got: “Pêgeha me tê zanîn. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurdî, çarserîyeke rasteqîn, ne pêkan e. Eger çareserî tê xwastin, pêwîste pirsa Kurdî çareser bikin. Em li ser vê pirsê kar dikin, di hêla Destûrê de jî. Lê em nikarin mûcîzeyan biafrînin. Em nikarin li herêmê, rewşeke nû biafrînin. Em dikarin tenê alîkar bin, lê li şûna her du aliyên, em nikarin biryarê bidin."

Rûsya yek ji destpêşxerên damezrandina Komîteya Destûrî ya Sûrî ye, ku ew Komîte vê gavê li ser Destûra nû kar dike. Herwiha  du sal berê Moskow projeyeke destûra Sûrî jî amade kiribû, ku tê de mafê otonomiyê bo Kurdan dihat pêşbînîkirin.

Serokê Beşa Kurdolojiyê ya Enstîtuya Rojhilatzanî ya Rûsyayê Kîrîl Vertyayev jî dibêje: “Belê, li Rûsyayê destûreke hatibû amadekirin. Tê de sîstemeke nû ya dewletê dihat pêşniyazkirin. Ew proje hêj dimîne. Lê, ji ber ku hikumeta navendî ya Sûrî  dê helwêstê, weke ferzkirina nêrîna Moskowê nirxandin, diyar e ew proje îro êdî aktuel nîne. Bi nêrîna min, ew mijar dê di proseya gotûbêjan de bê çareserkirin."

Di mijara navbeynkariya Rûsyayê ya ji bo diyaloga Kurdan û Şamê de, panelist bawer nînin, ku Moskow garantiyek siyasî bide Kurdan.

Serokê Komleya Hevkarî û Piştevaniya bi Felê Kurd Yurî Nebiyev jî dibêje: “Rûsyayê ji bo peywendiyên ligel Şamê re ti garantiyek siyasî bide Kurdan nînin.”

Bi nêrîna jêderên nêzîkî Kremlînê, ji bo Rûsyayê, arîşeya sereke li Sûrî, hebûna hêzên Amerîkî û hevkariya wan bi Kurda ra ye û derxistina HSDê ji bin bandora Washingtonê, jê re erkeke pêşdatir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst