Hewlêr (Rûdaw) - Balafira B-2 Spirit a ku wekî balafira herî biha û herî bipêşketî ya cîhanê tê naskirin, tevî teknolojiya xwe ya bilind xwedî qelsiyeke sosret e: Li hemberî baranê bêparastin e.
Yek ji amûrên herî veşartî yên cîhana hewavaniyê B-2 Spirit e ku bihayê her yekê nêzîkî 2 milyar dolaran e, lê pirsgirêka wê ya bi av û nemê re heye.
Endezyar diyar dikin ku ev balafira mezin a ku bi taybetmendiya xwe ya nedîtina ji aliyê radaran ve tê naskirin, dema dikeve ber baranê pirsgirêkên cidî yên performansê dijî û bêparastin dimîne.
Zirxê wê yê nedîtinê li hemberî avê ne berxwedêr e
Rûkêşa taybet a "xeyalet" a ku nahêle B-2 ji aliyê radaran ve bê dîtin, xala herî hestiyar a balafirê ye.
Li gorî raporan, ev rûkêşa taybet a kompozît dema rastî ava baranê tê xera dibe.
Her wiha dîzayna aerodînamîk a balafirê dibe sedem ku av li hinek beşên hundir û boriyan kom bibe.
Sedema karesata 2008an jî nem bû
Kombûna nemê ne tenê zirarê dide rûkêşa derve, di heman demê de sîstemên elektronîk ên hesas ên balafirê jî xera dike.
Sedema ketina balafira B-2 ya bi navê "Spirit of Kansas" ku sala 2008an li Guamê ketibû jî ev bû.
Nema ku ketibû nav sensoran, daneyên şaş dabû pîlotan û bûbû sedem ku balafir yekser piştî rabûnê bikeve.
Lênêrîna wê bi qasî serwetekê ye û demeke dirêj digire
Hêzên Hewayî yên Amerîkayê ji ber vê hestiyariyê qebûl kiriye ku B-2 nikarin li qadên vekirî yan li derveyî garajan werin hiştin. Li gorî daneyên lênêrînê:
Ji sedî 40î dema giştî ya lênêrîna balafirê tenê ji bo tamîrkirina vê rûkêşa derve ya taybet tê xerckirin ku ji şert û mercên hewayê bandor dibe.
Dema ku şertên xweveşartina ji radarê bi temamî tên bicihanîn, rêjeya amadebûna B-2yan a ji bo peywirê tenê di asta ji sedî 26an de dimîne.
Dema mayî bi lênêrînên li hangarên taybet derbas dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse