Monica Ciaburro: Larayê cîhaneke efsûnî û bihêz a çanda Kurdan nîşan da

30-09-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Monica Ciaburro / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Monica Ciaburro / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lara Dizeyî Hefteya Modayê ya Mîlanoyê Monica Ciaburro Îtalya
A+ A-

Mîlano (Rûdaw) - Parlametera Îtalyayê Monica Ciaburroyê pesnê çand û kevneşopiya Kurdan da û ew wekî "cîhaneke efsûnî û bihêz a çandî" bi nav kir.

Dîzaynera Kurd Lara Dizeyî beşdarî Hefteya Modayê ya Mîlanoyê bû û çanda Kurdan nîşanî cîhanê da.

Parlametera Îtalyayê Monica Ciaburroyê ji Rûdawê re qala girîngiya çandê ya ji bo bihêzkirina pêwendiyan û naskirina Kurdan a li cîhanê kir.

Monica Ciaburro ragihand ku ev ji bo naskirina çanda Kurdan ne serpêhatiya wê ya yekem e û got:

"Berê Nûnera Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzan Qadir wisa kiribû ku ez hest bi kevneşopî û çanda wan bikim û wan bibînim, li gel çanda rêzgirtinê jî.”

Wê bal kişand ser yekbûna çand û rêzgirtinê û got, "Ez di wê baweriyê de me ku ev yekbûn dikare bibe sedema tiştên gelekî bêhempa û ecêb ên wekî wî tiştê ku me îşev dît."

Ciaburroyê dîzaynên Lara Dizeyiyê wekî "ketina nav cîhaneke efsûnî û balkêş" bi nav kirin ku wisa kiriye hest bi "çanda bihêz û bitecrube ya gelekî û civakekê" bike.

“Larayê karekî awarte kiriye”

Wê destnîşan kir ku Lara Dizeyî di xurtkirina pêwendiyên navneteweyî de xwedî rol e û li pey çû:

“Larayê karekî awarte kiriye ji bo naskirina gelekî û çanda wî bi rêya bedewiyê.”

Monicayê amaje pê kir ku dahêneriya karê Larayê tê hîskirin û wê "jiyaneke tijî huner derbas kiriye."

Her wiha behsa bandora bavê wê (Homer Dizeyî) kir ku stranên wî wekî muzîka pêşandanê hatibûn bikaranîn û got:

"Ez bawer im ew ew ji zarokatiya xwe ve di vê awaz û çand û dahênan û cîhana hunerî de jiyaye.”

Ciaburroyê ev pêngav wekî "rêya rast" ji bo naskirina hev û dan û standina çandên cuda ya li ser bingeha “rêza dualî” bi nav kir.

Divê were gotin ku Îtalya jî di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) de ye û alîkariyê dide Pêşmergeyam.

Monica Ciaburroyê derbarê berdewamiya piştgiriya Îtalyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê jî got:

"Ez bawer im hikûmeta Îtalyayê çendîn caran ev yek îsbat kiriye, çi bi Serokwezîra me Giorgia Meloni be çi jî bi Wezîrê Parastinê Crosetto be."

Wê ducare kir ku Îtalyayê "di rewşên dijwar de jî ji bo şerkirina li dijî dijminekî hevbeş ê ku azadî û demokrasiya hemû gelan dixe metirsiyê" nêzîkbûna xwe nîşan daye.

Ciaburroyê amaje bi wê yekê kir ku Kurd "gelekî wisa ne ku rêza wan ji bo çand, kevneşopî û reh û rîçalên kûr heye û dizanin çawa wan pirsgirêkên ku paşê dibin sedema pevçûnan derbas bikin."

Wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî bal kişand ser bikaranîna "dîplomasiyê" ya bi rengê "amûreke gelekî bihêz û bipêşketî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst