Hewlêr (Rûdaw) - Oncu Keçelî ragihand ku ji ber êrişên li Deryaya Reş ên li tankerên bazirganiyê yên bi navê 'KAIROS' û 'VIRAT' ên bi alaya Gambiyayê bi fikar in.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Oncu Keçelî derbarê mijarê daxuyaniyek da û got.
"Em êrişên ku doh li Deryaya Reş li dijî tankerên bazirganiyê yên bi navê 'KAIROS' û 'VIRAT' ên bi alaya Gambiyayê hatine kirin bi fikar pêşwazî dikin."
Keçelî di berdewamiya daxuyaniyê bal kişand ser metirsiyên ewlehiyê û anî ziman:
"Ev bûyerên ku di nav Herêma me ya Aborî ya Taybet a li Deryaya Reş de qewimîne, li herêmê di warê ewlehiya geştyarî, can, mal û jîngehê de rîskên cidî çêkirine.
Ji bo rêlibergirtina belavbûna şer a li Deryaya Reş û gurtirbûnê, her wiha ji bo ku berjewendî û çalakiyên aborî yên welatê me yên li herêmê bandoreke neyînî nebînin, em pêwendiyên xwe yên bi aliyên pêwendîdar re didomînin."
Çi bûbû?
Li Deryaya Reş 28ê mehê êrişî du keştiyên tanker ên bi navê KAIROS û VIRATê hatibû kirin ku yên Rûsyayê ne.
Hatibû ragihandin ku êriş bi operasyona hevpar a Servîsa Ewlehiyê ya Ukraynayê û Hêza Deryayî ya Ukraynayê hatiye kirin.
Di êrişê de çend deh mîlên deryayî dûrî beravên Tirkiyeyê agir bi tankerên petrolê bi navê Kairos û Virat ket ku di lîsteya cezayan de ne.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Veguhastinê ya Tirkiyeyê, keştiya yekem a bi navê Kairos a bi alaya Gambiyayê, dema ku bê bar ji Misirê ber bi Bendera Novorossiyskê ya Rûsyayê ve diçû, li dûrahiya nêzîkî 28 mîlên deryayî ya beravên parêzgeha Kocaeliyê agir pê ketiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse