Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê balyozên Rûsya û Ukraynayê gazî Wezareta Karên Derve kir û hişyarî da her du welatan ku xwe ji hedefgirtina binesaziya enerjiyê dûr bigirin.
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar diyar kir ku êrişa li keştiyên veguhastina petrolê yên li Deryaya Reş, bandorê li bazarên cîhanê û berîka xelkê dike.
Alparslan Bayraktar li Stenbolê ji rojnamegeran re ragihand ku wan peyam daye Moskow û Kîevê ku "Binesaziya enerjiyê tevli vî şerî nekin, ji ber ku rasterast pêwendiya wê bi jiyana rojane ya xelkê re heye."
Hefteya borî Ukraynayê bi dronan êrişî du keştiyên barhilgir ên petrolê kiribû ku petrola Rûsyayê vediguhastin.
Ev yekê bûbû sedema bertekên tund ên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û wî êriş wekî "çetegerî" bi nav kiribûn.
Putin gef xwaribû ku eger ew kar berdewam bikin, ew dê "Ukraynayê ji deryayê qut bikin."
Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihandiye ku ji bo nîşandana dilgiraniyan, wan balyozên her du welatan vexwendiye, ji ber ku ew dixwazin "herikîna enerjiyê ya li Deryaya Reş û tengavên Tirkiyeyê bê qutbûn berdewam bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî zextê li Enqereyê dike ku kirîna petrol û gaza Rûsyayê rawestîne.
Bayraktar dibêje ku Tirkiye zelal e û pêdiviya wê bi çavkaniyên cuda yên enerjiyê heye.
Her wiha ji bo dirêjkirina girêbesta kirîna gazê ku dawiya vê mehê dema wê diqede dan û standinên bi Moskowê re berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse