Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûna zêr didomê û bihayê zêr li gorî lîreyê Tirkî ji destpêka sala 2024an ve ji sedî 163 zêde bûye.
Li Pêşangeha 58emîn a Zêr a Stenbolê, zêrîngerên Tirkiyeyê zexta bihabûnê, bi taybetî bi pereyê neteweyî, hîs dikin.
Bihayê cîhanî yê zêr ji destpêka sala 2025an ve nêzîkî ji sedî 45 zêde bûye lê bihayê zêr bi lîreyê Tirkî ji sala 2024an ve ji du qatan zêdetir bûye.
"Firotin ji sedî 30 kêm bûye"
Zêrînger Sermîn Koç got, “Berdewamiya bihabûna zêr ji aliyê aborî ve zexteke mezin li ser mirovan çêdike.
Vê yekê karê me gelekî zehmet kiriye. Me nêzîkî ji sedî 25 heta 30yî kêmbûnek di firotinê de dîtiye."
Bihabûna zêr bûye sedem ku gelek kiryar berê xwe bidin kirîna zêrên siviktir û bi gramên kêmtir, di heman demê de hilberîner jî ji ber kêmbûna qezencê dinalin.
"Hinartin zêde bûye lê kapasîte kêm bûye"
Li gorî Komeleya Hinardekarên Zêrîngeriyê ya Tirkiyeyê hinartina zêr sala 2024an gihiştiye 7,5 milyar dolaran û ji kanûna paşîn a îsal heta tîrmehê gihiştiye 5,07 milyar dolaran.
Alîkarê Serokê Komeleya Hinardekarên Zêrîngeriyê ya Tirkiyeyê Murat Kosker jî got:
"Dibe ku hejmar wisa xuya bikin ku hinartin zêde bûye lê damezrandin û hilberîna di vê sektorê de kêm bûye.
Di rastiyê de, kapasîteya me ya hilberînê di du salên dawî de daketiye."
Ji destpêka sala 2024an ve nirxê lîreyê li hemberî dolarî ji sedî 40 daketiye.
Di heman demê de, nirxê zêr bi lîreyê Tirkî ji sedî 163 bilind bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse