Ji Bitcoin û Ethereumê rekorên nû

14-08-2025
RÛDAW
Nîşan Bitcoin Ethereum Zêr Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna bihayê Bitcoinê didome û asta 124 hezar dolaran jî şikand.

Ev di dîroka dan û standinan de asta herî bilind e ku Bitcoin tomar kiriye. Ethereum jî nêzîkî rekora xwe ya dîrokî dibe.

Bitcoin ji 124 hezar dolaran derbas bû

Bihayê her Bitcoinekê gihişt 124 hezar û 256 dolaran. Di hefteya borî de jî bihayê her Bitcoinekê 6 hezar dolar biha bûbû.

Yek ji sedemên sereke, bendewarî û geşbîniya ji bo kêmkirina rêjeya faîzê li Amerîkayê ye.

Her wiha zêdebûna kirîna vî pereyî ji aliyê kompanyayên mezin ve jî bûye sedema bihabûnê.

Ethereum ber bi lûtkeya dîrokî ve diçe

Bihayê Ethereumê jî gihişt nêzîkî 4 hezar û 800 dolarî. Bihayê wê 161 dolaran zêde bû û gihişt 4 hezar û 777 dolaran.

Ev biha nêzîkî rekora wê ya dîrokî ye ku di Çiriya Paşîn 2021an de bi 4 hezar û 878 dolaran tomar kiribû.

Hinek pispor pêşbînî dikin ku heta dawiya salê bihayê Ethereumê bigihîje 15 hezar dolaran.

Zêr ji ber pêşbîniyên faîzê bihayê zwe diparêze

Bihayê zêr hinekî bilind bû û her onsek bi 3 hezar û 359 dolaran tê firotin.

Sedema sereke ya bihabûnê, pêşbîniyên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê li Amerîkayê di meha bê de ye.

Her wiha metirsiyên jeopolîtîk, bi taybetî civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, piştgiriyê dide bihayê zêr.

Li aliyê din, bihayê onseke zîv jî 38,55 dolar e.

Buhayê zêr li Herêma Kurdistanê:

  • Zêrê eyar 22: 696,000 dînar
  • Zêrê eyar 21: 665,000 dînar
  • Zêrê eyar 18: 570,000 dînar

Petrol ji asta herî nizm a 2 mehan vegeriya

Bihayê petrolê piştî ku daket asta herî nizm a du mehên dawî, hinekî bilind bû.

Bihayê bermîleke petrola Brent ku heta 65 dolarî daketibû, niha bi qasî 65,90 dolarî ye.

Ev daketin ji ber nîşaneyên lawazbûna aboriya cîhanî, pêşbîniyên ji bo kêmbûna daxwaza li ser petrolê û zêdebûna stokên petrola Amerîkayê çêbû.

Bazar niha li benda encamên civîna di navbera Donald Trump û Vladimir Putin de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst