Hikûmeta Kurdistanê 12.5 milyon dolar wek heqdest da ShaMaran Petroleumê

28-07-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan ShaMaran Petroleum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya ShaMaran Petroleum a Kenedî ku li Herêma Kurdistanê  çalak e, di daxuyaniyekê de ragihand ku 12 milyon û 500 hezar dolar wek heqdestê meha Hezîranê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Kompanyaya ShaMaran daye xuyakirin, ku 4 milyon û 500 hezar dolar ji wî pereyî pişka wê ye û yê din jî pişka hevbeşên wê yên li Herêma Kurdistanê ne.

Kompanyaya ShaMaran Petroleum bi hevbeşî li gel kompanyaya Taqa ya Îmaratê li bîrên petrolê yên Etrûşî çalak in û petrolê berhem tînin. ShaMaran Petroleum, kompanyayeke petrolê ya Kenedayê ye û li bazara borseya Torontoyê hatiye tomarkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sedema rewşa darayî û belavbûna vîrusa koronayê, heqdestê kompanyayên petrolê bo dema çend mehan paş xistibû. Ew paşxistina dana heqdestê kompanyiyên biyanî yên petrolê piştî wê yekê bû, ku nirxê petrolê ji meha Nîsana îsal ve gelek daket.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel kompanyayên petrolê rêkevtin kiriye, ku piştî paşxistina bo çend mehan, ji meha Hezîranê ve heqdestên wan bide.

Kompanyaya ShaMaran Petroleum bi hevbeşî li gel kompanyaya Taqa ya Îmaratê, li bîrên petrolê yên Etrûşê li parêzgeha Duhokê kar dikin û rojane nêzîkî 35 hezar bermîlên petrolê berhem tînin.

ShaMaran bo yekem car di Tîrmeha 2017an de petrol ji bloka Etrûşê berhem anî. Di 14ê Kanûna 2019 de jî asta berhemanîna petrolê li wê bloka petrolê gihandibû 50 hezar bermîlan di rojekê de. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst