Koma Wetan çima belav bû?

19-12-2021
Kerem Gerdenzerî beşdarî Festîvala Fîlman a Silêmaniyê bû
Kerem Gerdenzerî beşdarî Festîvala Fîlman a Silêmaniyê bû
Nîşan Kerem Gerdenzerî Koma Wetan Festîvala Fîlman a Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Kerem Gerdenzerî ku beşdarî 5cemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê got ku festîval bi awayekî serkevtî bedewam dibe û amaje bi wê yekê kir ku festîval ji bo hunermend û sînemagerên Kurd bûye derfet ku peywendiyên xwe bihêz bikin.

Kerem Gerdenzerî beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa hestên xwe yên derbarê 5cemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê û behsa xebatên xwe û belavbûna Koma Wetanê kir.

Kerîm Gerdenzerî kêfxweşiya xwe li hemberî beşdarkirina festîvalê de nîşan da û got: “Ez spasiyên xwe pêşkeşî rêkxerên festîvalê dikim ku gelek baş derbas dibe. Vekirina festîvalê gelek baş û serkevtî bû. Gelek derhêner, aktor, hunermend û muzîkjenên baş ên çar aliyê Kurdistanê li vê derê amade ne. Di festîvalê de  fîlmên gelek baş têne nîşandin. Ev festîval ji bo kultura miletê me gelek baş dibe û tifaqî di navbera hunermendên me de çêdike.”

Gerdenzerî da zanîn ku wî di çarçoveya festîvalê de gelek û hunermend û muzîkjen naskirine û diyar kir ku wan weke hunermend têkilî bi hev re danîne ku xebatên xwe ji bo Kurdistanê bikin.

Derbarê rewşa muzîka Kurdî de jî Hunermendê Kurd anî ziman ku muzîk Kurdî û hunerê Kurdî her diçe pêş dikeve.

Kerem Gerdenzerî ku damezrînerê Koma Wetan e, derbarê wê komê de got: “Me berî 50 salan di salên heftiyan de ew koma muzîkê ya rock ava kir. Di wan salan de ciwanan gelek ji wê şêweya muzikê hez dikirin. Em çar kes hatin ba hev û me koma muzîka rock ava kir û navê jî kir Koma Wetan. Me gelek konsert saz kirin.”

Derbarê sedemên belavbûna komê de jî Gerdenzerî got ku di salên 90î de dema Sovyeta berê hilweşiya di hemû waran de gelek pirsgirêk derketin û koma wan jî belav bûn û beşek ji wan derbasî Rûsyayê bûn.

Kerem Gerdenzerî da zanîn ku wî 4 albûm derxistin û niha jî mûjilê albûmeke dibe û hêvî dike ku ew albûm dê di demeke nêzîk de derbikeve.

Kerem Gerdenzerî muzîsyenekî kurd ê Êzidî ye li bajarê Tiblîsê li Gurcistanê hatiye dinê. Gerdenzerî li dibistana mûzîkê hîn bûye û yek ji dahênerên koma muzîka nûjen a bi navê Koma Wetan e.

Koma Wetan di sala 1973an de ji aliyê 4 ciwanên kurd ên Qefqasyayê (îro: Gurcistan) ve hate damezirandin. Kom di destpêka karên xwe de helbestên î Mîkaîl Reşît, Karlînî Çaçan, Eliyê Îsko, Ordixanê Celîl û Latifî Husret dikin stran.

Koma Wetan yekemîn albuma di sala 1979an de bi navê  “Azadî” belav dike û  îro ev albûm wekî yekemîn albuma rocka kurdî tê qebulkirin.

Di sala 1991an de Koma Wetan belaw dibe, lê Kerem Gerdenzerî xebatên xwe yên muzikê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst