Mustafa Karasu: Divê Ocalan li parlamentoyê biaxive

04-09-2025
Nîşan Mustafa Karasu KCK Pêvajoya Çareseriyê Komîsyona Pêvajoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got: “Divê Ocalan li parlamentoyê biaxive.”

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê nêzîkatiya dewlet û hikûmetê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê rexne kir.

Mustafa Karasu ji Medya Haber TVyê re axivî û behsa hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan û pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir.

 ‘Ocalan mixatabê sereke ye’

Karasu hevdîtina 28ê Tebaxê ya bi Ocalan re wekî hevdîtineke "derengmayî" bi nav kir û got ku ev yek nêzîkatiya hikûmeta AKPyê nîşan dide.

Wî diyar kir ku di pêvajoyeke ew qasî girîng de ku Ocalan mixatabê sereke yê çareseriya Pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, derengxistina hevdîtinan nayê qebûlkirin.

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê got, "Ger bi rastî hikûmet çareseriyê bixwaze, nabe hevdîtin ew qasî bên dirêjkirin.

Nêzîkbûna li hemberî Ocalan dê pîvana cidiyeta pêvajoyê be. Ya herî girîng jî ew e ku şert û mercên Ocalan ên ji bo xebatê bên azadkirin."

‘Hikûmet û Komîsyon ne cidî ne’

Karasu da zanîn ku Ocalan di hevdîtina dawî de bi awayekî zelal xwestiye ku pêvajo bêyî lîstok û demdirêjkirinê bi cidiyet were birêvebirin û got: "Rêber Apo ne kesekî ji rêzê ye, ew aktorê sereke ye. Nêzîkbûna şaş ku Rêbertî jê re dibêje ‘rêbazên Muawîye’, ti encamê nade. Lîstok û xapandin li hemberî Rêber Apo nameşe."

Serkirdeyê KCKyê gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên "Bila Ocalan were Parlamentoyê" bi bîr xist û da zanîn ku ev sozeke hikûmetê bû û divê bê cih anîn.

Karasu her wiha di berdewamiyê jî de got, "Komîsyon nêzîkbûneke li gorî girîngiya pêvajoyê nîşan nade. Bila dev ji çûna Komîsyonê ya Îmraliyê berdin, divê Rêber Apo biçe û li wê parlamentoyê biaxive."

“Me erka xwe pêk anî, dora dewletê ye”

Mustafa Karasu amaje bi xebatên Komîsyonê jî kir û wiha domand:

“Me rêxistin fesix kir, me têkoşîna çekdarî rawestand û me bi pêşengiya hevala Besê çek şewitandin da ku em îradeya xwe nîşan bidin. Tiştê ku divabû em bikin, me kir.

Êdî kes ji me tiştekî hêvî neke. Niha dora dewletê ye ku gavan bavêje.

Ma li Tirkiyeyê demokrasî pêk hat? Ma Pirsgirêka Kurdan çareser bû? Bêyî ku dewlet gavan bavêje, israra li ser heman tiştan, tê wateya astengkirina pêvajoyê."

 “Siyaseta li hemberî Rojava şaş e”

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Karasu gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir û got ku sedema van gefan tirsa ji modela xweser a Kurdan e û  got:

 "Tu dibêjî, ‘Kurd birayên min in’ lê li şûna ku xwedî li Kurdên Sûriyeyê derkevî, tu xwedî li komên din derdikevî.

Ev çi siyaset e? Eger dixwazin li Rojava pirsgirêk çareser bibe, divê rola Rêber Apo were qebûlkirin, ji ber ku gelê wir tenê guh dide wî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst