Karasu: Êdî ne dema axaftinê ye, dema kiryaran e

30-10-2025
RÛDAW
Nîşan Mustafa Karasu PKK KCK Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu ragihand ku wan ji bo teşwîqkirina pêvajoyê gerîla ji Bakurê Kurdistanê vekişandine.

Karasu bangî dewleta Tirkiyeyê kir ku êdî ne bi gotinan bi kiryaran gavan biavêje û got, “Yasayên azadiyê û şert û mercên azad ên xebatê ji bo Rêber Apo xalên krîtîk ên pêvajoyê ne.”

Mustafa Karasu beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haber TVyê bû û behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir.

"Me bi awayekî yekalî gav avêt"

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê eşkere kir ku beşek ji hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê vekişiyane.

Li gorî gotina Karasu, wan bi avêtina vê gavê îradeya xwe ya ji bo serkeftina pêvajoya nîşan daye.

Mustafa Karasu anî zimên ku wan bi taybetî hêzên xwe ji wan herêmên ku rîska şer û provokasyonan lê hebû vekişandiye û wiha got:

“Me nedixwest di pêvajoyeke wiha de ku dijberên pêvajoyê û aştiyê hene provokasyonek rû bide û pêvajo bê jehrîkirin.

Vekişîna me nîşan dide ku em bi hestiyarî nêzîkî pêvajoyê dibin û ji bo birêveçûneke saxlem çi ji destê me tê em dikin.”

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê her wiha destnîşan kir ku wan ev gava yekalî avêtiye da ku zemînê ji dewletê û hikûmeta MHP û AK Partiyê re çêbikin ku ew jî gavan bavêjin.

"Divê dewlet jî gavan biavêje"

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê rexne li hikûmeta Tirkiyeyê girt û da zanîn ku heta niha ji bilî axaftinê ti gavên cidî neavêtine û ev yek di nava civakê de dibe sedema guman û bêbaweriyê.

Karasu got, "Êdî ne dema axaftinê, dema îcraatê ye" û bangî hikûmetê kir ku ji bo çareseriyê gavan biavêje.

Li gorî Karasu, berpirsê sereke yê çareserkirina pirsgirêkê dewlet û hikûmet e û divê ew bi kiryarên xwe nîşan bidin ku niyeta wan çareserî ye.

"Rola Ocalan krîtîk e"

Mustafa Karasu teqezî li ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de kir û da zanîn ku biryara fesixkirina PKK û bidawîkirina têkoşîna çekdarî di kongreyê de bi şertê ku Ocalan pêvajoyê bi rê ve bibe hatiye dayîn.

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê wiha got, “Em her tim dibêjin, temam me PKK fesix kir, me têkoşîna çekdarî bi dawî kir lê pratîkbûna vê dê çawa be?

Pêkanîna biryarên me bi Rêber Apo ve girêdayî ne.

Şert û mercên azad ên xebatê ji bo Abdullah Ocalan ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîstiyeke bingehîn e.

Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e. Bêyî ku nêzîkatiyeke rast li hemberî Rêber Apo hebe, em nikarin zêde tiştekî bikin.”

"Pêwîstî bi yasayên azadiyê heye"

Karasu bal kişand ser pêwîstiya zemîneke siyasî û hiqûqî ya ji bo çareseriyê û got ku bi qanûnên heyî, nemaze bi Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê re, meşandina siyaseta demokratîk ne mimkin e.

Serkirdeyê KCKyê eşkere kir ku ji bo miletê Kurd karibin bi nasname û çanda xwe bi awayekî azad beşdarî jiyana siyasî û civakî bibin divê "yasayên azadiyê" û "yasayên entegrasyona demokratîk" bên derxistin.

Bangî hêzên demokrasiyê kir

Mustafa Karasu di dawiya axaftina xwe de bangî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê kir ku bi awayekî çalak xwedî li pêvajoyê derkevin û ji bo çareseriyê têbikoşin.

Karasu got, “Divê kes li pêvajoyê temaşe neke. Divê gelê me û dostên me li pêvajoyê xwedî derkevin, têbikoşin, dakevin qadan û bimeşin.

Ev pirsgirêkeke mezin a civakî û dîrokî ye û tenê bi têkoşînê çareser dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst