Rizgarbûya ji destê DAIŞê: Mirin ji dîlbûna destê DAIŞê baştir e

09-08-2020
Zinar Şîno
Hevpeyvîna ligel Semîre Mîrza Selo
Hevpeyvîna ligel Semîre Mîrza Selo
Nîşan Semîre Mîrza Selo Kurdên Êzidî Kurdistan Şingal
A+ A-

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Semîre Mîrza Selo dibêje mirin jî ji destê wan çêtir e, çekdarên DAIŞê ji sibehê heta êvarî ji wan re digotin “Êzidî kafir in, kuştina wan helal e, destdirêjkirina keçên wan helal e di dînê me de.”

Semîre Mirza Selo diyar kir ku tiştek nema ku wan ji destê DAIŞê nedît û got: “Me bi çavê xwe hemû tişt dîtin. Çawa mirovek dikare mirovekê serjê bike, çawa mirovek ku di dewleta ez tê de dijîm, karibe û bê bavê min bikuje û min bibe; ev tişt di kîjan olê de qebûl dibe.”

Semîre Mîrza Selo ku di êrişa 3ê Tebaxa 2014an a DAIŞê bo ser Şingalê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibû revandin û piştî demekê hatibû rizgarkirin di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa çîroka xwe kir.

Rûdaw: Piştî tu jid estê DAIŞê rizgar bûyî te çi hîs kir?

Semîre Mîrza Selo: Ez gelek kêfxweş im ku ji destê DAIŞê rizgar bûm. Her li ku derê bûma, li kampan jî bûma bo min ji destê DAIŞê xweştir bû. Jiyana di destê wan de ne jiyan e. Me her roj mirin dixwest, eger mirin jî bûya ji destê wan xweştir bû.

Te gotara xwe bi zimanê Almanî pêşkêş kir, te rojekê bawer dikir ku tu dê bi Almanî axivî?

Na! Lê ez li vê derê çûme medresê û min li Iraqê jî xwendin kiribû lê ez çûme medresê. Par jî ez dîsa peyivîm. Ez dixwazim bînim berçav tişta min dîtî ji xelkê Almanî re bibêjim ka çi bi serê me hatiye, ne ku yek wergerê bike.

Tu roja 3yê Tabaxa 2014an li ku derê bûyî?

Em li malê, li Til Ezêrê bûn. Piştî ku me bihîst bi ser Sîba Şêx Xidir û bi ser Girzêrê de girtibûn ku herdu deverên Êzidiyan bûn, em jî sibehê derketin çûn sîba mamê min li kêleka gund, ne di gund bi xwe de bû, li Til Ezêrê derketibû. Em çûn wê derê, malbat hemû li wê derê kom bûn, mal mamên min, kurmamên min. Derdora demjimêrekê em li wir man û DAIŞê bi ser me de girt.

Dema ku DAIŞê bi ser we de girt, hûn birin ku derê di hizra te de maye?

Dema bi ser me de girt, em keç û jin ji hev cuda kirin. Jinên bi emir têxistin xaniyekê û der li ser girtin. Eger keç û jinên ciwan bûna ew dixistin xaniyekî din de. Em keç û jinên ciwan her bi otomobîlên me, em birin sîba Şêx Xidirê. Piştî ku em derxistin, zilamên me hemû kuştin, bavê min, herdu mamên min, herdu kurmamên min, kurmamên bavê min, hemû li sîba me kuştin.

Li ber çavên we?

Li ber çavê dayik û birayên min, min bi xwe nedît, piştî ku em derxistin hemû zilamên me kuştin.

Ji zilamên malbata we kî maye?

Li Iraqê ti kes nema, mamekî min li vê derê ye. Ev 11-12 sal e li vê derê ye. Ew rizgar bû. Ew berê li vê derê bû, lê yên li Iraqê hemû kuştin, yek nehiştin.

Ji xwîşk û birayên te kî maye?

Malbata min; ez, 4 bira û dayik û bavê min bû. Dayik û birayên min rizgar bûn. Piştî ku dayik û birayên min birin sîba Şêx Xidirê di xaniyekê de derî li ser wan qefil kiribûn, wan derî şikandin û baz dan. Derketin, bav û mamê min hemû kuştî bûn û ew çûn Çiyayê Şingalê û xwe rizgar kirin. Cih di otomobîlan de nemabû wan (çekdar) digotin em dê biçin û vegerin, heta ji sîba Şêx Xidirê vegeriyan, dayika min û xwîşk û birayên min, pîra min hemû derketin ser Çiyayê Şingalê.

Ji nav malbata te tu bi tenê…

Ji nav xwîşk û birayên xwe ez bi tenê hatim girtin. Her çar birayên min biçûk bûn, ez ji hemûyan mezintir im. Dayika min jî xilas bû, bavê min, mamên min hemû hatin kuştin. Em derdora 38 keç bûn ji malbata me hatin girtin.

Niha çend ji wan mayîne?

5 ji wan mayîne.

Ti zanyariyek derbarê wan de heye?

Em tiştekî jê nizanin ka li ku derê ne. Me zanî hinek jê li Mûsilê ne. Berî ku Mûsilê ji destê DAIŞê xilas bikin, me zanî hinek jî li wê derê ne. Lê piştî ku Mûsil ji destê wan hat derxistin em tiştekî jê nizanin.

Hûn birin ku derê?

Em birin sîba Şêx Xidir û ji sîba Şêx Xidirê em birin Beacê û ji wir em birin Mûsilê û ji wê derê jî em birin Reqa Sûriyê.

Li van cihan te û mirovên xwe hev dîtin?

Em bi hev re birin ji sîba mamê min û heta Mûsilê em bi hev re bûn. Li Mûsilê ez û yek ji keçmama min û hinek jinên din em birin Sûriyê. Yên din ez nizanim… hinek jê xilas bûn û yên mayî jî em tiştekî jê nizanin.

Cihê herî dawî tu lê mayî Reqa bû?

Cihê dawî ez lê mam Req bû li Sûriyê.

Tu kengî ji destê wan rizgar bûyî?

Ez 3 meh û hinekê di destê wan de bûm û paşê xilas bûm.

Tu çawa rizgar bûyî, te bi xwe hewl da û an bi rêyeke din bû?

Em 7 keç li malekê bûn. Yekî DAIŞî yê Awistralyayî bû, yanî nasnamî wî Awistralî bû, em li mala wî bûn di nav malbata wî de. Telefoneke zarokên wan ya şikestî, me ew anî û hevala min telefona birayê xwe kir. Bi rêya birayê wê jî min li mala bavê xwe pirsî. Min got navê min filan û ez ji filan mintiqê me, min got belkû tu bikarî li dayika min, li birayên min bipirsî. Wî jî pirs kir, ji kurmamekî min re got. Kurmamê min got belê Semîre keçmama min e û ez bi rêya wî kurmamê xwe bi dayika xwe re peyivîm. 3 mehan ez girtî bûm min nû carekê dengê dayika xwe bihîst, 3 mehan!

Rêya tu jê xilas bûyî, tu ji Reqa hatî Mûsil an?

Piştî ku me telefon dayîne me, me telefon kir, em bi Ebu Şuca re peyivîn, navê wî ku jin rizgar dikirin. Me telefona wî kir, wî got hinek dê bi we ve bên û we xilas bikin. Bi rêya Ebu Şuca, xortek bi me ve hat, me baz da û xwe gihandê. Em 7 bûn û em her 7 xilas kirin. Em li otomobîlekê siwar bûn. Em ji Sûriyê birin Tirkiyê û ji Tirkiyê ez hatim Kurdistanê.

Piştî ku tu rizgarbûyî te dayika xwe cara yekem li ku derê dît?

Piştî ku ez rizgar bûm, dayik û birayên min li Duhokê di medreseyekê de bûn û min dayika xwe dît piştî 3 mehan.

Eger kesek ji te pirs bike ku DAIŞê çawa miamele li gel we dikir, tu dê çawa bersiva wan bidî?

Heke kesekê min pirsî, ez dê bêjim, mirin jî ji destê wan çêtir e. Miamela wan li gel me kirî, ji sibehê heta êvarî ji me re digotin hûn kafir in, Êzidî kafir in, kuştina wan helal e, destdirêjkirina keçên wan helal e di dînê me de. Tiştek nema ku me ji destê wan nedît, me bi çavê xwe hemû tişt dîtin. Çawa mirovek dikare mirovekê serjê bike, çawa mirovek ku di dewleta ez tê de dijîm, karibe û bê bavê min bikuje û min bibe; ev tişt di kîjan olê de qebûl dibe.

Tu kengî gihiştî Almanyayê?

Ez 22yê Îlona 2015an gihiştim Almanyayê.

Tu bi rêya hikûmeta Almanyayê hatî yan bi derfetên xwe?

Ez bi rêya hikûmeta Almanyayê hatim. Ew jî di çarçoveya bernameyeke bo çareseriyên derûnî de bûye. Derûniya min gelek xirab bibû û ez bixwe çûn min navê xwe li wê derê tomar kir. Ji ber ku temenê min jêr 18 saliyê bû, ji min re gotin ku bira û dayîka te jî dikarin ligel tê bêne. Dema ez hatim Almanyayê dayîk û birayê min jî hatin.

Tiştên li Almanyayê ji bo te hatine kirin tu ji wan razî yî?

Ez ji wan razî me. Spasiya her kesî dikim ku çi taseke ava daye an jî cilûberg dane yan çi madî çi manevî alîkariya me kirine. Heta em li dinyayê ne birînên me sax nabin, lê  dîsa jî heta astekê em hatin dermankirin û me êşên xwe ji bîr kirine. Ev tiştên me bi çavê xwe dîtine em ji wan rizgar nabin, lê şikir em niha hinek sax bûne.

Min li çend bajarên Almanyayê hejmarek kesên weke tê ji destê DAIŞê rizgar bûne li kampan dîtin, ez meraq dikim jiyana te çawa ye?

Li vê derê rewşa me baş e, lê tenê ew tiştên hatine serê me em niha di xewnên xwe de dibînin û carnan jî dema em kar dikin têne bîra me. Kula dilê min ew bû ku ez bavê xwe bibînim, lê min ew ne saxî û ne jî mirî dît. Piştî ez birim û bavê min kuştin, ev kula min a herî mezin e. Jiyana min jî weke ya her kesê ye.

Armanca te niha çi ye û tu dixwazî di vê jiyanaê de çi bikî?

Armanca min di vê jiyanê de ew e ku bikaribim tişteke baş ji bo miletê xwe bikim. Em weke Êzidî bindest in, çi biçûk çi mezin ez dixwazim tiştekê bikim ji miletê xwe re. Ez dixwazim Êzidyên li Şingalê rizgar bibin. Heta niha 74 ferman bi ser me de anîne, çima anîne çimkê em Êzidî ne. Çima DAIŞê, wan xwest ku Êzidî nemînin, armanca wan ew bû, lê em xilas nebûn û em dê xilas nebin jî û em dê her tim serbilind bin. Çend ferman bi ser me de bînin jî em dê xilas nebin.

Tu bawer dikî ku we dost û heval hene û dê alîkariya we bike?

Li Iraqê di asta pêwîst de nabin alîkar. Dibe ku herdu alî jî bi giştî ji bo Êzidiya nabin alîkar. Em dixwazin civaka navdewletî alîkariya me bikin. Em ne tenê 2-3 hezar kes in ku Şingal bê avakirin û bibêjin me pirsa we çareser kir. Divê ki aliyş navdewletî ve alîkarî ji Êzidiyan re bê kirin. Nûavakirina Şingalê daxwaza me ye. Niha hejmareke malbat vegeriyane, lê ji ber ku xaniyên wan hilweşiyane di bin diwaran de dijîn. Ez bixwe jî 2 mehan li kampan mam û min mercên wan dîtine. Di havînan de jiyana li kampan gelek zehmet e. Dema elektirîk nebe jiyana gelek zehmet dibe.

Bi nêrîna te Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî hemû pêk ve dikarin ji bo Şingalê çi bikin?

Ev hemû alî pêk ve ya herî girîng divê berî her tişt kesên di destê DAIŞê de rizgar bikin. Niha li Şingalê mala mamê min heye, ew hemû hatine kuştin. Em dixwazin rojekê hestiyan wan bêne veşartin. Em dixwazin heqê şehîdên me jî hebin. Em dixwazin rojekê tiştek ji wan re jî bê kirin, em naxwazin çimkî hatine kuştin mafê wan wenda bibe. Xelkê ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin divê weke şehîd bêne qebûlkirin.

Eger tu jiyana xwe ya niha û ya berî DAIŞ were Şingalê bidî ber hev, tu dikarî ji mere behsa wê yekê bikî?

Berê DAIŞ were Şingalê ez li medresê bûm. Jiyana min berî wê gelek xweştir bû. Ez wê demê 16 salî bûm her zarok bûm weke her kesî û ti xemên min ên mezin nebû û min jiyana xwe derbas dikir. Di nav malbata xwe de bûm û ligel xwişk û hevalên xwe em bi hev re diçûn medresê. Ez niha herî kû derê cîhanê jiyana min dê weke berê DAIŞê xweş nebe. Rast e ez niha li Almanyayê me û hema bejê ti kêmasî nîne, lê ti caran jiyana min dê nebe weke berê.

Li Almanyayê gelek kesên tevlî DAIŞê bûne hatine dadgehîkirin, te bixwe jî ti gilî li ser DAIŞê tomar nekirine?

Na, min ti gilî tomar nekirine.

Tu bawer dikî careke din dê vegerî gundê xwe?

Ez bawer nakim yekser vegerim gundê xwe, lê dibe ku weke serdan ez biçim kesûkarên xwe yên li wê derê bibînim. Ez newêrim bi temamî vegerim, dibe ku salek û du salan bimînim û vê carê hinek ji DAIŞê xirabtir bên jiyana min têk bidin. Heta himayeke baş ji bo me neyê kirin ez nikarim vegerim gundê xwe. Ez heta li Almanyayê bijîm ez dê xwe weke keseke biyanî bim,ji ber ku çandek nû û zimaneke nû heye. Bi rastî ez newêrim vegerim, ditirsim dubar bi navê din tiştên xirabtir bêne serê me.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst