Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Oguz Kaan Salici got ku meseleya Kurdan êdî dibe polîtîkaya dewletê.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.
Gelek gelek siyasetmedar û pispor beşdarî konferansê bûn.
Saliciyê CHPyî yê ku wekî mêvan beşdarî panelê bû, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev cara sêyemîn e tê Hewlêrê û her carê şahidê pêşketina bajêr dibe û got:
"Rojhilata Navîn jî diguhere. Wekî ku Hewlêr diguhere, Rojhilata Navîn jî diguhere.
Hemû cîhan diguhere. Ji ber vê yekê, divê Tirkiye karibe xwe li gorî guherînên li Rojhilata Navîn û li cîhanê biguncîne."
Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015an û helwesta CHPyê
Salici pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015an bi bîr anî û teqez kir ku îdiayên ku dibêjin Partiya Gel a Komarî li dijî vê pêvajoyê derketiye, şaş in û wiha li pey çû:
"Partiya Gel a Komarî li dijî pêvajoyê derneket. Partiya Gel a Komarî kredî da pêvajoyê.
Serokê me yê Giştî yê wê demê birêz Kiliçdaroglu gotibû, ‘Eger ez bizanibim ku dê bibe sedema dawîhatina kariyera min a siyasî jî, em krediyekê didin vê pêvajoyê. Em dixwazin ev pêvajo bimeşe.’"
Pêvajoya Çareseriyê ya Nû
Salici bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya çareseriyê ya îro cuda ye û got, "Garantorê wê rojê Partiya Dad û Geşepêdanê bû. Derdekî wê yê wekî hembêzkirina her kesî tunebû."
Lê wî bal kişand ser hebûna komîsyoneke berfirehtir a ku ji bilî ÎYÎ Partiyê hemû partiyên siyasî tê de cih digirin.
Salici anî ziman ku vê carê ne tenê partiya desthilatdar pêvajoyê dimeşîne, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) jî piştgiriyê dide û wan ji devê rayedarên desthilatdariyê bihîstiye ku pêvajo "polîtîkayeke dewletê" ye.
Polîtîkaya dewletê û mînakên navneteweyî
Salici polîtîkaya dewletê bi van gotinan anî ziman:
"Polîtîkaya dewletê difikire ku divê mesele were çareserkirin, heta eger temenê desthilatdariyekê derbas bike jî."
Salici, pirsgirêka Qibrisê û pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê wekî mînakên polîtîkaya dewletê nîşan dan û hevdîtinên IRAyê yên ku di dema John Major de li Îngilistanê dest pê kiribûn û di dema Tony Blair de di desthilatdariya Partiya Karker de bi dawî bûbûn, wekî delîl nîşan da.
Salici diyar kir ku wekî CHP ew piştgiriyê didin ku pêvajo bi awayekî erênî bi encam bibe.
Nîqaşên destûrê û aliyê ewlehiyê
Salici behsa meseleya destûrê jî kir û anî ziman ku yek ji rojevên Komîsyonê hîn ne destûr e lê ew dê nexşerê û çarçoveyeke ji bo çareseriya meselê ava bike.
Wî teqez kir ku nîqaşên yasa û destûrê dê paşê li Meclisa Tirkiyeyê bên kirin.
Salici di axaftina xwe de behsa rewşa ewlehiya herêmê jî kir û bal kişand ser bûyerên girîng ên wekî pevçûnên Îsraîl-Xezeyê, geşedanên li Libnanê, guherîna rejîmê li Sûriyeyê û pevçûna Îran-Îsraîlê yên di salek, sal û nîva dawî de.
Salici got, "Ber bi guherîna sînoran ve diçe" û diyar kir ku di hawîrdoreke wiha de hewldana Tirkiyeyê ya ji bo misogerkirina ewlehiya xwe û çareserkirina pirsgirêkê bi tevlîbûna nifûsa Kurd a li derveyî Tirkiyeyê re "watedar û rast" e.
Salici tevî ku qebûl dike ku mesele ne tenê ewlehî ye û bi esasî meseleyeke aştiya civakî ye, anî ziman ku di salên dawî de hatiye dîtin ku ewlehî çi qasî girîng bûye.
Oguz Kaan Salici her wiha got ku başbûna pêvajoya li Sûriyeyê (hevdîtinên di navbera HSD û Şamê de) potansiyela wê heye ku bi awayekî erênî bandorê li pêvajoya li Tirkiyeyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse