Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa çekdar a el Hemzat a ser bi Tirkiyê ve li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, baca bi zorê li ser cotkarên gundê Dêrwîş ferz dike.
Li gor Efrîn Media Center, çekarên grûpa çekdar a el Hemzat baceke diravî yan 1 teneke zeyt li ser her 100 darên zeytûnan li gundê Dêrwîş ferz kirine.
Li gor wê navenda ku binpêkirinên grûpên çekdar li herêma Efrînê belge dike, çekdarên wê grûpê rê li cotkaran digirin û nahêlin biçin nava zeviyên xwe.
Her cotkarekî ku biçe nav zeviyên xwe, çekdarek ligel diçe û pereyan ji cotkar disitîne.
Heman navendê diyar kiriye, ku artêşa Tirkiyê gundê Dêrwîş kiriye bingeheke serbazî û rê nade gundiyan vegerin malên xwe, ji ber vê yekê jî gundî li gundên derdorê niştecî bûne û ji wan gundan diçin nav zeviyên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse