Ciwanekî Şemzînanî yê ku li Hewlêrê dixebitî 23 roj in winda ye

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Okan Kaplan Hewlêr Şemzînan Minda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Okan Kaplanê 21 salî yê ku li Herêma Kurdistanê di kompanyayekê de dixebitî, 23 roj in winda ye.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Okan Kaplanê 21 salî 8ê Çiriya Paşînê ji kompanyaya ku li Hewlêrê tê de dixebitî, destûr xwest û paşê ti xeber jê nehatin wergirtin.

Hat zanîn ku ew herî dawî li taksiyekê siwar bûye û malbata Okan Kaplan ji bo dîtina wî ji Şemzînanê hat Hewlêrê.

Okan Kaplanê 21 salî ji navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Li ser mijarê xizmekî wî Mehmet Reşît Eren ji Rûdawê re ragihand ku wan 23 roj in ti agahî ji Okan Kaplan wernegirtine.

Xizmê Okan Kaplan, Mehmet Reşît Eren got,

“Li Hewlêrê di kompanyayeke bi navê Lanazê de dixebitî. Herî dawî 8ê Çiriya Paşînê ji cihê kar destûr xwestiye, li taksiyekê siwar bûye û piştre me ti agahî jê wernegirtin.

Bavê wî û xizmên wî çûne Kurdistanê û bi rojan e hewl didin ji Okan xeberekê wergirin. Ew ditirsin ku tiştek hatibe serê wî. Em daxwaza alîkariyê hem ji welatiyên Kurdistanê û hem jî ji rayedaran dikin.

Malbata wî perîşan bû. Bi rojan e her kes li hêviya xeberekê ne lê 23 roj derbas bûn. Dijmintiya Okan bi ti kesî re tunebû, xortekî di karê xwe de jêhatî bû. Ew ji bo alîkariya malbata xwe bike li Hewlêrê dixebitî.”

Malbatê ji her kesê ku Okan Kaplan dîtiye an jî jê agahdar e daxwaza alîkariyê kir û ji bo danîna pêwendiyê ev reqema da: 0090 553 596 26 82 (mamê Okan Kaplan)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst