PDK-Îyê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwenîşanderên li Îranê bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PDK-İ Xwenîşandanên Îranê Rojhilatê Kurdistanê Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) derbarê xwenîşandanên li Îranê daxuyaniyek belav kir û bangî civaka navneteweyî kir ku li hemberî tundiya Tehranê bêdeng nemînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di rojên dawî yên sala 2025an de, li bajarên mezin ên Îranê pêleke nû ya xwenîşandanên gel dest pê kiriye.

PDK-Îyê eşkere kir ku ev xwenîşandan ji ber zehmetiyên aborî, enflasyona bilind û nerazîbûna siyasî ya berfireh derketine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev krîz ne tenê aborî ne, di heman demê de encama zextên siyasî ne ku gelên Îranê demeke dirêj e pê re rûbirû ne.

Ev yek di sloganên xwenîşanderan de jî tê dîtin ku daxwaza azadî, rizgarî, edalet û berpirsyariyê dikin.

PDK-Îyê da zanîn ku di nav xwenîşandanên ku didomin de, hêzên zextkar ên rejîmê çend xwenîşander kuştine û birîndar kirine.

Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku di dema tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de Kurd rastî bersiveke pir hovane û nehevseng a hêzên rejîmê hatibûn.

Li gorî daxuyaniyê, ev şêwazê zextê ne tenê bi Kurdistana Îranê re sînordar e; sivîl, rojnameger û parêzvanên mafên mirovan li seranserê Îranê bi şopandin û taktîkên polîsî yên tund re rûbirû ne.

PDK-Îyê amaje bi rapora Neteweyên Yekbûyî kir ku tê de ev kiryar hatine şermezarkirin û hatine wekî “sûcên li dijî mirovahiyê” pênasekirin.

Her wiha hat eşkerekirin ku li gorî amarên rêxistinên serbixwe, sala 2025an zêdetirî 1500 kes hatine îdamkirin ku ev di dehsalên dawî de hejmara herî bilind e û Kurd herî zêde ji van cezayên giran bandor dibin.

PDK-Îyê ji bo rêlibergirtina tundiya rejîmê bangî Ewropayê û siyasetmedarên cîhanê kir ku van gavan biavêjin:

“Bi awayekî eşkere piştgiriya xwenîşandanên aştiyane bikin û bikaranîna hêzê ya zêde ya hêzên zextkar ên Komara Îslamî şermezar bikin.

Ji bo berfirehkirina cezayên li dijî berpirsên Îranî û saziyên ku rasterast berpirsyarê binpêkirina mafên mirovan in, bi siyasetmedar û serkirdeyên din re hevahengiyê bikin.

Ji bo çavdêrî û raporkirina binpêkirinên mafên mirovan û dabînkirina gihîştina serbixwe ya mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî û çavdêrên navneteweyî hewl bidin.”

PDK-Îyê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku Ewropa û siyasetmedarên wê demeke dirêj e parastina nirxên gerdûnî yên wekî rûmeta mirovî, azadî û edaletê dikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku piştgiriya Ewropayê di vê dema hesas de dikare bandoreke mezin li ser jiyana gelên Îranê bike ku ji bo daxwazkirina mafên xwe yên bingehîn ên demokratîk her tiştî didin ber çavan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst