Hewlêr (Rûdaw) – Di merasimekê de li ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana Herêmî ya ji bo destbikarbûna Muna Yukhanna Yaqo wek Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê îmza kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq û Serokê Encumena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Bengîn Qasim Mihemed, fermana Herêmî ya ji bo destbikarbûna Muna Yukhanna Yaqo wek Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê îmza kir .
Piştî îmzakirina belgeya destbikarbûnê, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser piştgiriya xwe bo Muna Yukhanna Yaqo kir û di erkê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Paşê di merasimekê de bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Muna Yukhanna Yaqo li ber Serokê Encumena Dadweriyê Bengîn Qasim Mihemed sonda yasayî xwar.
Muna Yukhanna Yaqo roja 18ê Gulana îsal bi dengê 71 parlamenteran ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin.
Muna Yuhanna Yaqo ku ji pêkhateya Krîstiyan e, yekemîn jin e li Herêma Kurdistanê wê erkê werdigire.
Beriya Muna Yukhanna, krsîtiyanekî din bi navê Ziya Petros Silîva serokê wê desteyê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse