Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bi armanca teserûfa avê, şuştina ber deriyên dikan û kargehan a bi xortiman heta mehekê hat qedexekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ya ku qeyûm bi rê ve dibe bi daxuyaniyekê ragihand ku heta dawiya meha Tebaxê şuştina ber deriyê dikan û kargehan hatiye qedexekirin.
Şaredariyê diyar kir ku wan ev biryar ji bo wê yekê daye ku ava bajêr zêde û vala neyê xerckirin.
Li gor şaredariyê kesên ku vê biryarê binpê bikin dê bi hezar û 295 lîreyên Tirkî ku 48 dolarên Amerîkî dike bêne cezakirin.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Avrêjan a li ser Şaredariya Amedê (DÎSKÎ) amaje bi wê yekê da ku xerckirina avê li Amedê zêde bûye.
DÎSKÎyê li ser vê yekê hişyarî da û got, divê li dijî vê yekê tedbîr bên wergirtin û heger ev tedbîr têrî nekin dê dema qedexeyê piştî mehekê were dirêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse