Berdevkê Asayişa Germiyanê dibêje, ew kes di gelek kiryarên terorîstî de dest hebûye û li dijî Pêşmerge jî şer kiriye. Wêne: Rûdaw
Kifrî (Rûdaw) – Asayişa devera Germiyanê li Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên wan berpirsekî mezin ê DAIŞê girtine, ku di çendîn bûyerên terorîstî de dest hebûye û beşdarî di şerên DAIŞê yên li dijî hêzên Pêşmerge de jî kiriye.
Berdevkê Asayişa Germiyanê, Osman Ebdulkerîm îro Duşemê 3ê Sibatê di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Kifrî ragihand, ew terorîstê DAIŞê duh Yekşemê 2ê Sibatê li sînorê bajarokê Newcul ê ser bi qezaya Kifiyê ve hatiye girtin û navê wî Ebû Haris Diyale ye.
Osman Ebdulkerîm diyar kir: “Ew terorîst bi malbatî ser bi rêxistina DAIŞê ve ne û du birayên wî di nav refên DAIŞê de hatine kuştin, birayekî wî yê din jî Emîrê DAIŞê bûye û di demên bihorî de ji aliyê hêzên me li sînorê bajarokê Qeretepe hatiye girtin.”
Berdevkê Asayişa Germiyanê herwiha da xuyakirin, Ebû Haris Diyale beşdarî di hejmarek “kiryarên terorîstî” de kiriye, herwiha “li Kerkûkê beşdarî di şerên li dijî hêzên Pêşmerge de kiriye.”
Osman Ebdulkerîm destnîşan kir, “pêştir li gor benda 3 a yasaya terorê daxwaza girtinê li ser wî terorîstî hebû û dê bihê dadgehîkirin û dadgeh dê biryarê derbarê wî de bide.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse